Ji bo nûçeya Tirkî
Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê teqîna li gundê Sarikamişê ya Sûrê de daxuyanî da.
Di encama teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 kes birîndar bûn û ji 12 kesan jî agahî nayê hilanîn.
HPGê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja pêncşema borî, wesayîta 15 ton teqemenî lê barkirî dema neqlê cihek din were kirin, rastî êrişa çekdarî hatiye û di encamê de teqîn pêk hatiye.
Daxuyaniya k udi Ajansa Nûçeyan a Firatê de hat weşandin bi vî rengî ye:
‘Li herêma Amedê, hevalên me qemyonek bi madeyên teqemeniyê barkirî ji cihekî dibir cihekî din. Di êvara 12ê Gulanê de me li gundikê Durumlu yê gundê Sarikamiş ê li navçeya Amed Sûrê dema di rê de bû, hin nokeran hewl dan pêşî lê bigirin. Hevalê di qemyonê de wezîfedar, nasnameya xwe eşkere kir û jê re nebin asteng û xwest biçe.’
‘Lê belê ev kesên hem ji wî gundî hem jî ji gundên derdorê hatin, bi wesayîtên xwe dan dû qamyonê û gule berdan qamyonê. Ji ber vê gulereşandinê, funyeyên di qemyonê de teqiya û ev bûyera teqînê rû da û di encamê de kesên li derdorê qmyonê jiyana xwe ji dest dan.’
‘Madeyên teqemeniyê bi ti awayî ji bo teqandinê nehatibûn amadekirin. Bi tenê ji bo ji cihekî bibe cihekî din li qemyonê hatibû barkirin. Lê belê, ji ber guleyên lê hatin reşandin ev bûyera tirsnak qewimî. Em ji malbatên mirovên di vê bûyera xemnak de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Lê belê di vê bûyerê de berpirsyar ew kesên gule li qemyonê reşandine. Em dixwazin gelê me bi vê zanibe.’
(AS/YO)