Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Parastina Gelî(HPG) li ser êrîşa li konvoya Kemal Kiliçdaroglûyê serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniyê armanca êrîşê ne Kiliçdaroglû bûye, arman Cendirmeyên konvor diparasin bûye.
BIXWÎNE - Li Artvînê êrîşek li ser konvoya CHPyê hat kirin
Kemal Kiliçdaroglû duhî dema li ser rêya navçeya Ardavûçê ya Artvînê bû, hin êrîşkaran êrîşî konvoya wî kiriye.
Yek ji cendirmeyên di wesayita pêşîkêş de bû, bi dijwarî birîndar bûye, du serbaz jî bi sivikayî birîndar bûne.
Cendirmeyê birîndar, Fatîh Çaybaşi li nexweşxaneyê miriye.
‘’Me nedizanî konvoya Kiliçdaroglûyî bû’’
Li gor daxuyaniyê hêzên herêmî agahî standine ku wesayiteka JOH(Hêza Taybet a Cendirmeyan) di rê de ye, wan nezaniye konvoya Kiliçdaroglûyî ye.
Di siet 13.45ê de hêzê bi armanca tinekirina wesayitê ‘’çalakî kiriye’’ û li wesayitê reşandiye.(AS/MB)