Hostayê defê Ferhat Ertaş: Em hewl didin ku erbanê bigihêjînin nifşên nû
Yek ji hunermendê Ma Music Centerê Ferhat Ertaş ku 28 salî ye ji sala 2021ê ve berê xwe daye çêkirina erbanê û wek hostayê erbanê tê nasîn. Ferhatê ku hê ji zaroktiya xwe ve xwestiye ku erbaneyekî wî hebe û her tim ji bo vê yekê li ber xwe daye; piştî ku tê li Ma Musicê wek şagirtekî destpê dike; di erbanê de xwe pêş dixe.
Di dawiya dawî de Ferhat dibe hosteyekî erbanê û girêdayî Ma Musicê atolyeya erbanê bi navê Mend vedike. Bi vî awayî jî xewn û xeyalên zarokên Ma Musicê û yên ku kesên dixwazin li erbanê bixin, tîne cih.
Erbane, enstrumaneke ku xwedî dîrokeke qedîm e. Ev enstrumana qedîm ku di dîrokê de di rojên şahî, şîn, di demên şer de û hwd hatiye bikaranîn de heta îrorojê jî hê li ser heman axa qedîm a Mezopotamyayê têne çêkirin.Di vê sedsala ku di her quncikên jiyana rojane de amûrên teknolojiyê û bandorên wê, xwe li nav çavê me dixe; hê jî li gelek welatên Rojhilata Navîn enstrûmanên wek erbanê bi şêwe û teknîkeke nû tên çêkirin.
Li Atolyeya Mendêyê hostayê erbanê Ferhat Ertaş têkildarî pêvajoya çêkirina erbanê bi bianet kurdiyê re axivî û got: “Erbane amûreke qedîm e û bi hezaran sala ye ku li ser axa Mezopotamyayê tê çêkirinê. Em jî hewl didin ku vê çanda qedîm bidomînin da ku bigihêje nifşên nû. Ji bo ku amûreke bi hezaran salan bê nasîn divê çêkerên wê hebin.”
Ji Atolyeya Mendê çend dîmen:
Dîlan Kunt Ayan: Pakêta Darazê ya 9em mûdaxaleyê li destkeftiyên jinan dike
![Dîlan Kunt Ayan: Pakêta Darazê ya 9em mûdaxaleyê li destkeftiyên jinan dike](https://static.bianet.org/list-haber/2024/07/17/dilan-kunt-ayan-paketa-daraze-ya-9em-mudaxaleye-li-destkeftiyen-jinan-dike.jpg)
Bêrîvan Matyar: Bi xebatên bi vî rengî dengên jinên Kurd careke din zindî dibe
![Bêrîvan Matyar: Bi xebatên bi vî rengî dengên jinên Kurd careke din zindî dibe](https://static.bianet.org/list-haber/2024/07/16/berivan-matyar-bi-xebaten-bi-vi-rengi-dengen-jinen-kurd-careke-din-zindi-dibe.jpeg)
Saziyên jinan: Sedemên qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê ye
![Saziyên jinan: Sedemên qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê ye](https://static.bianet.org/list-haber/2024/07/02/saziyen-jinan-sedemen-qetilkirina-jinan-politikayen-becezahistine-ye.jpg)
Koreograf Melîsa Dîktaş: Di her fîgûrekî min ê dansê de çîrokek heye
![Koreograf Melîsa Dîktaş: Di her fîgûrekî min ê dansê de çîrokek heye](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/27/koreograf-melisa-diktas-di-her-figureki-min-e-danse-de-cirokek-heye.jpeg)
Dengbêjan bi stranên xwe bertek nişan tayînkirina qeyûm dan
![Dengbêjan bi stranên xwe bertek nişan tayînkirina qeyûm dan](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/21/dengbejan-bi-stranen-xwe-bertek-nisan-tayinkirina-qeyum-dan.jpg)