Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di danişîna duh a parlamentoya Hollandayê de kiryarên Çînê yên li dijî Misilmanên Ûygûrê bi fermî weke komkujî hatiye qebûlkirin.
Di pêşniyaznameya ku Sjoerd Wiemer Sjoerdsma, Endamê Meclîsa Nûneran pêşkeşî parlamentoyê kiriye de gotina ‘li Çînê li dijî Ûyguran komkujiyek pêktê’ heye. Lewra hukumeta Pekînê yekser weke berpirsiyar nayê nişandan.
Partiya Gel a Demokrasî û Azadiyê (VVD) ku serokê partiyê Serokwezîr Mark Rutte ye li dijî pêşnîyaznameyê deng bikaraniye.
Di rojê borî de parlamentoya Kanadayê jî heman biryar dabû.
Nêrîna Tirkiyeyê çî ye?
Li parlamentoya Tirkiyeyê di dema hevdîtinên teklîfa Qanûna Butçeya Rêvebiriya Navendî ya 2020an de binpêkirinên mafan ên li Herêma Xweser a Ûygûr Sîncanê ya li Çînê bibû rojev.
Îsmaîl Ok, parlamentere Balikesirê yê İYİ Partiyê gotibû Tirkên Ûygûr bi kiryarên ku ji mirinê girantire rû bi rû mane. Ok, banga xwedî derketinê ji bo Turkistana Rojhilat kiribû.
Omer Farûk Gergerlîoglû Parlamenterê Kocaelîyê yê HDPê gotibû pêşniyaznameya İYİ Partiyê ji aliye AKP û MHPê ve hatiye redkirin.
İYİ Partiyê di 20ê Hezirana 2020an de Pêşniyaznameya lêkolînê ya têkildarî pirsgirêkên ku Ûygûrî rû bi rû dimîne peşkeş kiribû. CHP û HDPê ji bo qebûlkirina pêşniyaznameyê dengen erê dabûn belam AKP û MHPê qebûlnekiribû.(PT/AY)