Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî, eşkere kir wan Quds wek paytexta Îsraîlê qebûl kiriye, li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûna xwe diyar kir.
Trumpî herweha eşkere kir ku navenda Konsolxaneya DYAyê dê ji Tel Avîvê bê barkirin û li Qudsê bê bicihkirin.
Erdoganî nerazîbûna xw bi van gotinan diyar kir:
“Amerîkayê, ya rastî serokî biryara Dewletên Yekbûyî binpê kiriye ku ew biryar di sala 1980ê de hatibû dayin.
“Heta niho ji bilî Amerîka û Îsraîlê ti dewletan biryara di 1980ê de hatî dayin paşguh nekiriye lê wan ew biryar paşguh kiriye.
“Dîsa ev yek li rojevê ye, nayê fêmkirin ka berrêzê Trup dixwaze bi vî awayî xwe li ber dilê kîjan aliyî şirîn bike.
“Quts bûye navendeka Misilman û Fillehan û bi qismekê bûye ya Cihûyan jî..
“Gaveka bi vî awayî dê dinyayê biavêje di xeleka agirî de.
“Heke berrêzê Trump bibêje ‘ez bihêz im ji ber wê mafdar im,’ ev yek ne rast e. Hêz nayê wê wateyê ku mafê te heye. Yên biheq bihêz in.
“Em ê Civîna Rêberên rêxistina Hevkariya Îslamê li Stenbolê pêk bînin.”
(AS/MB)