Wêne: Berhem Salih (Arşîva Ajansa Anadoluyê)
Li Iraqê Ketaîba Hizbullahê ya hêza milîs a şîe îdia kir Serokomar Berhem Salih bi qebûlnekirina namzedê serokwezîriyê yê koma nêzî Îranê va qanûna bingehîn binpê dike û dixwaze ku welêt bi dagirkirineke nû ya Amerîkayê ra rû bi rû bimîne.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji koma milîs hat dayîn,
"Divê komên siyasî li dijî Serokomarê ku Qanûna Bingehîn binpê dike, helwesta xwe nîşan bide. Kes nikare polîtîkayên Amerîkanhez empoze bike."
Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku Salih dixwaze li gor îradeya Amerîkanhez ku wê welêt ber bi kaosê va bibe, tevbigere û serokomar dixwaze bi hinceta midaxaleya navneteweyî va li Iraqê dagirkirineke nû ya Amerîkayê bide destpêkirin.
Hevpeymana Bînayê: Bila lêpirsîna fermî bê dest pê kirin
Berhem Salih diyar kiribû ku ew ê ji bo avakirina hikûmetê teklîfê nede namzedê Koalîsyona Bînayê ya ku nêzî Îranê ye.
Li Iraqê Hevpeymana Bînayê bangawaziya jikarhildana Berhem Salih li meclisê kir.
Hevpeymana Bînayê ya bi nêzîkbûna xwe ya ji bo Îranê tê nasîn bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Tevî ku di meclisê de em hevpeymana herî mezin in, Serokomar Berhem Salih, Waliyê Besreyê Esad Înadî yê ku me ji bo serokwezîriyê namzêd nîşan dabû, avakirina hikûmetê pê nespart. Bi vê kirinê li gorî Destûrê tevnegeriya û sûnda xwe ya serokomariyê şikand."
Di daxuyaniyê de ji bo parlementoya Iraqê bangawazî hatkirin ku derbarê Salih ji bo jikarhildanê lêpirsîna yasayî bê destpêkirin.
Serokomar Salih daxuyandibû ku ewê avakirina hikûmetê bi Îdaniyê namzêdê Hevpeymana Bînayê nespêre û heke fişar bidomin jî amadebûna xwe ji bo îstîfayê destnîşan kir.
(MB)
*Çavkanî: AA