Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dîlokê, rayedarên walîtîyê, şaredarîyê, û Zanîngeha Dîlokê ji rojnamegeran xwestin ku ew nûçeyên li ser DAIŞê çênekin û navê Dîlokê bi kar neînin.
Her dîsa rayedaran xwestin ku komeka WhatsAppê bê çêkirin û rojnamevan ji beriya ku nûçeyên xwe biweşînin ji wê komê bipirsin û piştî erêkirina şêwirmendê çapemeniyê yê walîtîyê nûçeyên xwe biweşînin.
Parlamenterê Dîlokê yê HDPyê li ser vê mijarê pirsnameyek amade kiriye da wezîrê karên derve, Efkan Ala bibersivîne.
bianet bi Nilgun Balciogluyê re axivî. Ew, rojnamegerek e û ji bo Rojnameya Gaziantep Sabahê kar dike.
Balciogluyê gotiye şaredariyê rojnameger vexwendin ku li ser kêşeyên bajarî biaxivin lê hat gotin ku ‘’ heke hûn nûçeyên xerab çêbikin, ti kes nayên bajarî, ti tiştan nakirin û em hemî dê ji vê yekê zererê bibînin.
‘’ Dema rojnameger çûn civînê hemî matmayî bûn, walî, serokê şaredariyê, serokê asayîşê, serokê zanîngehê, serdozger û serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li wê derê bûn. ‘’
Parlamenterê HDPyê, Mahmût Togrulî diyar kiriye ku ‘’[Rayedar] ne ji bo têkoşîneka kêrhatî ya li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê lê ji bo çênekirina nûçeyên li ser mijarê hessas bûne.’’(ÇT/MB)