Bandorên qeyrana avhewayê yên ji ber mirovan derdikeve yên wekî lehî, hişkesalî û germahiya zêde, ne tenê derfetên sitargeh û perwerdeyê, di heman demê de tenduristî û ewlehiya zarokên keç jî dixe bin gefê. Jiholêrabûna çavkaniyên debarê yên malbatan û qutbûna xizmetguzariyên bingehîn, newekheviyên heyî yên zayenda civakî kûrtir dike.
Rapora Rewşa Zarokên Keç ên Cîhanê ya 2026an (Change Her Forecast) a Plan Internationalê, bandorên krîza avhewayê yên li ser mafên tenduristiya zayendî û tenduristiya hilberînê yên zarokên keç û jinên ciwan derxist holê.
Di lêkolîna ku bi 5 hezar zarokên keç û jinên ciwan ên di navbera 15 û 24 salî de li Bangladeş, Kenya, Perû, Senegal û Zîmbabweyê re hatiye kirin de, ji sedî 90ê beşdaran diyar kirine ku bûyerên avhewayê li ser debar, tenduristî û mercên jiyana malbatên wan zextake mezin çêdikin.
Di çarçoveya lêkolînê de bi 139 kesan re hevdîtinên berfireh hatin kirin; her wiha daneyên avhewa û tenduristiyê yên nêzîkî 30 salî yên ji 52 welatan hatin lêkolînkirin.
Fotograf: Plan International
Hişkesalî rîska zewaca di temenê zarokatiyê de zêde dike
Ji sedî 36ê beşdaran piştî bûyerên avhewayê yên ku pê re rû bi rû mane, dîtine ku li derdora wan hejmara zarokên keçên ku beriya 18 saliya xwe dizewicin, zêde bûne.
Analîza daneyên raporê ya ku 52 welatan li xwe digire, nîşan da ku hişkesaliya demdirêj bandorê li zewaca di temenê zarokatiyê de dike û pêwendiya wan bi hev re heye.
Li gorî raporê, bûyera avhewayê bi tena serê xwe nabe sedema zewaca di temenê zarokatiyê de. Lê belê bandora hişkesaliyê ya li ser berhemên çandiniyê û ajeldariyê, windakirina dahata malbatan û giranbûna xizaniyê, bi newekheviyên heyî yên zayenda civakî re dibe yek û rîska zewicandina zarokên keç mezin dike.
Galgaloya 22 salî ya ji Kenyayê, weha behsa bandora windakirina çavkaniyên aborî yên malbata xwe ya li ser jiyana xwe kir:
“Ji ber ku tu ajelên bavê min ên ku bifiroşe nemabûn, ez hatim zewicandin; ji ber vê yekê ez nikarîbûm biçim zanîngehê.”
Şêwirmenda Bilind a Fînansmana Avhewayê û Aboriyên Berdewam a Save the Childrenê Shruti Agarwalê, di nirxandina xwe ya ji bo bianetê de got ku krîza avhewayê gefên heyî yên ku zarok pê re rû bi rû ne, girantir dike.
Li gorî daneyên Save the Childrenê yên ku Agarwalê parve kirin, tê payîn ku hejmara zarokên keç ên ku rîska rûbirûbûna bi gefa dualî ya ji krîza avhewayê û zewaca di temenê zarokatiyê de pir zêde ye, beriya sala 2050î bi rêjeya ji sêyan yek zêde bibe.
Ji sedî 84ê kesên ku ji hişkesaliyê bandor bûne: Gihîştina jinên ciwan a bo xizmetên tenduristiyê zehmet bûye
Ji sedî 33ê beşdarên lêkolînê ragihand ku piştî bûyerên avhewayê li derdora wan ducaniyên bêplan zêde bûne. Ji sedî 11an jî got ku wan bi xwe jî ducaniyeke bêplan derbas kirine.
Astengiyên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de jî di nav encamên derketine pêş ên raporê de ne.
Ji sedî 76ê beşdaran diyar kir ku li derdora wan hejmara zarokên keç û jinên ciwan ên ku di gihîştina bi kêmanî yek ji xizmetên tenduristiya zayendî û hilberînê de zehmetiyê dikişînin, zêde bûye. Di nav kesên ku ji hişkesaliyê bandor bûne de ev rêje derket ji sedî 84an.
Ji sedî 68ê beşdaran jî ragihand ku ew bi xwe di gihîştina van xizmetan de rastî pirsgirêkan hatine.
Rîska tundkarî û kedmêjiyê
Ji sedî 28ê beşdarên lêkolînê, piştî bûyera avhewayê ya ku pê re rû bi rû mane, di tundiya li ser bingeha zayenda civakî de zêdebûn dîtine.
Ji sedî 66ê kesên ku diyar kirine tundî zêde bûye, anîne ziman ku zêdebûna kedmêjiya zayendî jî bandor li vê yekê kiriye.
Li gorî raporê, koçberiya piştî karesatan, qadên sitarê yên demkî yên qerebalix û qutbûna di xizmetên parastinê de, zarokên keç li hember tundî û kedmêjiyê bêtir di bin rîskê de dihêlin.
Rîska zarokên keç ên ku ji perwerdeyê dikevin du qat zêde dibe
Encameke din a lêkolînê jî rola parêzvan a perwerdeyê nîşan dide.
Derfeta ku zarokên keç û jinên ciwan ên perwerdeya wan qut bûye beriya 18 saliya xwe bizewicin an jî ducaniyeke bêplan bijîn, li gorî yên ku perwerdeya xwe didomînin du qat zêdetir e.
Agarwalê diyar kir ku ji ber zirarên lehî û bahozan ên li dibistanan, zarok di fêrbûnê de windahiyan dijîn û rîska terikandina dibistanê zêde dibe û got: “Ji bo zarokên keç ev rîsk bilindtir e.”
“Krîza avhewayê krîza mafên zarokan e”
Agarwalê teqez kir ku krîza avhewayê dikare li ser pêşketin û aramiya zarokan encamên ku tevahiya jiyanê bidomin û carinan jî veger ji wan nîn e, derxe holê:
“Krîza avhewayê krîza mafên zarokan e. Zarok, ji ber taybetmendiyên xwe yên fîzyolojîk û geşedanî yên taybet, li hember rîskên ku krîza avhewayê derdixe holê, asteke cuda û bilindtir a lawaziyê nîşan didin. Lê belê yên ku herî kêm bûne sedema derketina vê krîzê ew in; deng û ezmûnên wan jî piraniya caran nayên bihîstin.”
Li gorî Agarwalê, zarokên keç, zarokên astengdar, zarokên ji gelên herêmî û zarokên ku ji ber pevçûnan ji cih û warên xwe bûne, bi awayekî nehevseng ji krîza avhewayê bandor dibin.
Daneyên Save the Childrenê nîşan didin ku li cîhanê 774 milyon zarok bi gefa dualî ya ji rîska bilind a avhewayê û xizaniya giran re rû bi rû ne.
Fotograf: UNİCEF
Divê zarok beşdarî polîtîkayên avhewayê bibin
Plan International dixwaze ku di dema karesatên avhewayê de perwerdeya zarokên keç bêyî were qutkirin divê berdewam bike, têkoşîna li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de divê bê xurtkirin û çavkanî ji bo xizmetên tenduristiya zayendî û tenduristiya hilberînê bên veqetandin.
Agarwalê jî diyar kir ku xizmetên perwerde, tenduristî, xwarin, ava paqij û parastina zarokan di polîtîkayên avhewayê de bi têra xwe nayên berçavgirtin û got ku divê di dema karesatan de berdewamiya van xizmetan bê misogerkirin.
Fotograf: Peter Caton / Plan International
Agarwalê destnîşan kir ku divê zarok beşdarî avakirina polîtîkayên avhewayê jî bibin û got:
“Zarok di pozîsyona herî baş de ne ku rîskên ku îhtîmala wan a bandorkirina li ser wan herî zêde ye diyar bikin û ji bo kêmkirina van rîskan tedbîrên berbiçav û guncaw bi hev re pêş bixin.”
Li gorî Agarwalê, divê rêveberiyên herêmî di planên çalakiyê de ku li dijî pêlên germahiyê û rîskên din ên avhewayê amade bikin, tevlêbûna zarok, malbat, dibistan, xebatkarên tenduristiyê û rêxistinên mafên zarokan misoger bikin.
(NÖ/CA/AY)







.jpg)





