Kerstin Langenbergerî ev wêne li ser hesabê xwe yê Facebookê parvekiriye
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê, lêkolînek li ser rewşa hirçên qudban kiriye. Saziyê dîmenên “berxwedana li hemberî birçîtîyê ya hircan” girtine.
Gelek tehdîd li ser hirçan hene. Gemî bi cihên jiyan û nêçîra wan re diborin, hin kes ji bo keyfê çavdêriyê li wan dikin, ji bo dîtina petrolê li warên wan lêkolîn têne kirin, bi awayekê neqanûnî nêçîra wan tê kirin.
Li gor Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê, ji sala 2001ê heta 2010ê nîvê hirçan mirine. Saziyê di vîdeoya amade kirî de diyar kiriye ku “hirç ji bo şerê ji destê wan çûyî li ber xwe didin.”
Ji ber ku mirov nêçîra fokan jimara wan kêm bûye, hirç jî nêçîra fokan dikin lê fokên nêçîrkirinê nemane. Bezê li ser laşê hirçan hindik bûye, ji ber wê dimirin.(PT/MB)
Çavkanî: Quartz, Financial Port, Wikipedia