Hirant Dink tê yadkirin
![Hirant Dink tê yadkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/204/639/original/6628B640-B96C-4BD8-B926-51B4B66E6C6E.jpeg)
Wêne: Hikmet Adal/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berpirsê weşana rojnameya AGOSê Hirant Dink ji beriya 12 salan hatibû kuştin. Hejêkirîyên wî li ber deriyê rojnameya AGOSê beşdarî bernameyeka yadkirina wî bûne.
Li ser navê Hevalên Hrantî Keça Sabahattin Alîyî, Filîz Alî axivî. Wê got:
"Mixabin ku bavê min ne kesê yekem ne jî kesê dawiyê ye ku li vî welatî bêserûşûn dibe.
"Sabahattin Ali 70 sal in ku winda ye mixabin desthilatên borî ev aqubeta wî diyar nekiriye"
Bixwîne - Filiz Ali: "Hrantê delal, em her sal bi komên ciwantir dest jê bernadin"
Aydin: Divê em vî dengî bilind bikin
Pêşkêşvanîya bernameyê Bulend Aydınî dikir. Wî got:
"12 sal in em li vê meydanê ne. Em ê li vê meydanê û li hemî derên diyayê ji bo Hrantî edaletê bixwazin.
"Em hatine vê derê ku bibêjin ji beriya ku em bibêjin qediya ev doz dê neqede."
Nameya Kavalayî
Osman Kavala, karsazê ku di girtîgehê de ye ji bo bernameya yadkirinê nameyek şandiye. Wî diyar kiriye ew li Silîvriyê ye lê dilê wî li bernameya yadkirinê ye.
"Em dixwazin ji bo hemî mexdûran û zarokên wan edalet pêk bê.
"Me ji beriya 12 salan dît ka mirov çawa dikarin çekan li birayö xwe rast bikin.
Bernameya yadkirinê siet 15:45ê bidawî bû. Heta biwaîbûna bernameyê polîsan derdor girtibû.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/MB)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)