Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên hiqûqnasan ji balê bikişînin li ser binpêkirinên mafan ên piştî erdhejên derketine holê, li ber avahiya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" pêk aniye.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqnasên ji bo Demoksariyê û Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Seroka Odeya Mîmaran a Stenbolê Esîn Koymen û gelek endamên Baroya Stenbolê beşdarî çalakiyê bûne.
Di dema çalakiyê de pankartek vekirine ku li ser wê "Edalet ji bo hemû kesan", "Tişta ku erdhejê vediguhezîne karesatê û zanistî qebûl nake, bêberpirsiyariye" hatibû nivîsandin.
Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû axiviye û gotiye ku "Em ê heta dawiyê têbikoşin. Nanê gel edalet e û bi salan e wî nanî kevn dikin û dixwazin bi me bidin xwarin. Niha em ê dîsa wî nanî bistirînin û bidin gel. Em ê edaletê pêşkêşî gel bikin."
Yek ji parêzerên Baroya Stenbolê Eren Can ku di dema erdhejê de dêya wî Hatîce Can û Mîthat Canê mafparêz can dane jî diyar kir ku him êşa wan heye him jî bihêrs in: "Dê û bavê min, hevalên me, cîranên me ji dest me çûn. Bajarê me bi erdê re bû yek. Dema ez rasterast çûme Hatayê ti xebateke lêgerîn û rizgarkirinê nebû. Bajarek bi temamî terkî çarenûsa wî hatibû kirin. Me sê çar rojan bi tenê xwebexş dîtin. Li wir bi tenê xwebexş û sivîl hebûn û ez dixwazim li vir spasiya wan bikim."
Endama ÇHDyê Çîgdem Akbûlût û Hevseroka Şaxê Stenbolê ya OHDyê Esra Bîlenê jî bal kişandin ser mijara "talankarî" û êrîşên li dijî penaberan. (AÖ/FD)