Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên hiqûqnasan beriya dadgehkirina “Doza Kobanê” civîneke çapemeniyê li dar xistine ku Hevserokên berê yên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de siyasetmedar wê werin dadgehkirin.
Di daxuyaniyê de gotine ku parastina HDPyê tê wateya parastina gelên Tirkiyeyê.
Danişîna yekem a dozê wê roja 26ê Nîsanê li Dadgeha Cezayê Giran a 22yê ya Enqereyê pêk were ku 28 jê girtî 108 kes wê werin dadgehkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdianame amade kiriye ku ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk hatiye. Di îdianameyê de piraniya wan HDPyî, siyasetmedar ji ber bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê û bi “pêdankirina kuştinê, pêdankirina hewldana kuştinê, talankirin, zirardana li malê dewletê, têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” tên tohmetkirin.
Saziyên ku beşdarî civînê bûne ev in:
“Hiqûqnasên ji bo Dadê, Piştgiriya Parêzeran, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Parêzerên Hemdem (Stenbol), Koma Parêzerên Hemdem (Îzmîr), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Parêzerên Beşdarvan, Hiqûqa Civakî, Hiqûqa Sosyal, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz.
“Kesên li dijî pêkanînên desthilatê derdikevin dibin hedefa darazê”
Civîn li Otela Taksim Hillê ya Stenbolê pêk hatiye û Ûmît Dede, Alîkarê Hevserokên HDPyê yê Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan jî beşdarî lê kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bîlge Sayici, Endama Sekreteryaya Koma Parêzerên Hemdem metna hevpar xwendiye.
Sayiciyê gotiye ku “Gelê kurd, jin, karker, kedkar, xwendekar, ciwan, jîngehparêz, LGBTI+, bi kurtasî kesên ji pêkanînên desthilatê re dibêjin na, bi destê darazê dibin hedefa desthilatê.
“Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji biryara yekem a binpêkirinê ya 20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê biryareke hişktir daye û gotiye, girtina duyem a Demîrtaşî ya di 20ê Îlona 2019ê de pêk hatiye, dewamiya girtina yekem a 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê ye, dadgehkirina wî û bi taybet jî girtina wî bi armancên nepenî yên siyasî ve nirxandiye. Biryar daye ku Demîrtaş divê demildest serbest bibe.
“Daîreya Mezin a DMMEyê derbarê girêdana sedeman û berpirsiyariya HDP û siyasetmedarên HDPyê de ya bi bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê gotiye di navbera “tweetên Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPyê di 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2014ê de weşandine û bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşiyê de têkiliya sedem û encaman nîne û tweetan banga protestoyên aştîxwaz kiriye.
“Em weke saziyên hiqûqnasan bang li desthilata siyasî dikin ku dest ji bikaranîna hiqûqê ya ji bo dîzaynkirina siyasetê berde.” (AS/FD)