Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Piştî ku YSKyê derbarê betalkirina hilbijartina Stenbolê de delîlên biryara xwe aşkere kiriye, hiqûqnasan û siyasetmedaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, biryar nirxandine.
Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye:
“YSKyê gotiye, hiqûqa hilbijartinê hiqûqeke şeklî ye’. Yanî tiştê ku divê em ji vê pendê fam bikin ev e, ‘azadiya hilbijartin û hilbijirînê ji mafê mirovan wêdetir meseleyeke şeklî ye’. Ma wilo ye? Gelo haya we ji Xala 90î ya Destûra Bingehîn heye?”.
Parêzer Asli Kazanê jî dîsa bi heman awayî biryara YSKyê bi gotina ‘henekpêkirinê’ û ‘xefka li ber vîna hilbijirînan’ nirxandiye.
Parêzer Celal Gulgenî biryar bi gotina ‘xeternak’ şîrove kiriye.
Siyasetmedaran jî nirxandiye
Ekrem Îmamogluyî li ser ekrana kanala televizyonê ya bi navê Global haberê de derbarê biryarê de wiha axivî ye:
“250 rûpel li gor nêrîna min nayê ti wateyê. Nêzîkî 100 rûpelên wî bi navên weke A. B, A. P. dagirtine. Di dersa wêjeyê de dema ku hûn li dersê nexebitîbin, hûnê gelek rûpel nivîsê binivîsin. Dersdarê wêjeyê jî wê sifireke mezin weke puan bide we. Ev delîlên biryarê jî nedelîl in. Ti delîl nînin.”
Binali Yildirim: Bi gotina gel deng hatine dizîn
Namzetê AKPyê yê Stenbolê Binali Yildirimî wiha gotiye:
“Nikarin di delîlên biryarê de gotina aliyekî binivîsin û bibêjin, deng hatine dizîn. Em vê bi gotina di nava gel de dibêjin. Baş e, gelo deng nehatibin dizîn, ew ferqa ku dibêjin 29 hezar û 400 e, wê çawa dakeve 13 hezar û 700î? Divê em li vê binêrin.”
Pervîn Bûldan: Gelo wê çawa rave bikin?
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê jî biştî biryara YSKyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Gelo wê çawa rave bikin ku di delîlên biryarê ya 250 rûpelan de çima tenê delîlek jî nîne…?” (TP/EMK/FD)