Êrişa li Helebê roja Sêşema 6ê Kanûna Paşîn a 2025an piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kiribû.
Hevserokê Şaxa ÎHDyê a Şirnexê parêzer Şivan Sakman û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ya Şaxa Şirnexê parêzer Sabri Çatikkaş di çarçoveya maf û hiqûqa navneteweyî de erîşên li Helebe pêk hatin ji bianetê re nirxandin.
Gelo gotina ‘hedefa leşkerî ya rewa’ bi xwe jî rewa ye?
Hevserokê Şaxê ÎHDyê a Şirnexê parêzer Şivan Sakman têkildarî gotina “hedefa leşkerî ya meşrû” destnîşan kir û got, “Di hiqûqa navneteweyî de têgihiştina ‘hedefa leşkerî ya meşrû’ bi awayekî pir sînorkirî û zelal hatiye binavkirin. Gotina ‘hedefa leşkerî’ ji bo kesen ku herêmên sivîl de dijîn; ji aliyê hiquqê ve ne mumkûn e. Cîhek ku sivîl tê de dijîn wekî ‘hedefa meşrû’ were ragihandin, ne li gorî hiqûqê û ne jî li gorî mafên mirovan e; ev helwestek îdeolojîk û siyasî ye. Hiqûqa navneteweyî rewşa rastî esas digire û hedefkirina sivîlan bi awayekî mutlaq qedexe dike.”
“Berpirsiyariya hiqûqî netenê bi faîlên li qadê re tê sînorkirin”
Parêzer Şivan Sakman ji bo pozîsyon û berpirsiyariya aliyan di êrîşên li dijî sivîlan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de diyar kir û got: “Di hiqûqa navneteweyî de li gorî prensîbê berpirsiyariya fermandarî heya. Ew prensîb dibe, berpirsiyar ne tenê yên êrîşan bi xwe didin in, her wiha yên ku ferman didin, yên ku plan dikin jî berpirsiyar in. Her çend wisa be jî, mekanîzmayek lêpirsîna navneteweyî ya bi bandor were xebitandin, nehatîye çêkirin û ev rewş bêcezayî bi awayekî avahî dike. Sedema serekî a vê rewşê ne kêmîsiya hiqûqî ye. Hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe yên siyasî û stratejîk li ser hiqûq û mafên mirovan bi rêz dikin. Ew nexwestina civakîbûnê û avakirina aştiyê wekî rastiyek mayînde ye. Berpirsiyariya hiqûqî netenê bi faîlên li qadê re tê sînorkirin.
Her weha Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê(OHD) ya Şaxa Şirnexê Sabrî Çatikkaş jî got: “Sazî û dezgehên navnetewî di rewşên wiha de dikarin bi rêya dîplomasî, hêzên aştiyê, ambargo û gelek awayên din muxadeleyê bikin. Lê mixabin dema êrîş li dijî Kurd û hevalbendên wan tê kirin hêzên navnetewî kerr dibin û deng ji wan dernakeve.”
Eşa herdu aliyên sînor hevpar in
Her wiha Sakman bal kişand ser têkiliya civakî ya di navbera Kurdên ku li her du aliyên sînor dijîn û weha got:
“Di navbera Kurdên li sînorê Sûriyeyê û yên li ya Tirkiyeyê dijîn de bi sed hezaran girêdanên xizmatiyê hene. Ji ber vê yekê, her êşek ku li aliyekî sînorê tê jîyan, dikeve dile li aliyê din de dijî. Divê em êdî ne bi êşan, lê bi kêfxweşî, jiyan û pêşerojê hevpar bibin. Hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan û hiqûqa mirovahî, mafê jiyanê wek nirxekî mutlaq û nehatê têkbirin nas dike. Em dixwazin ku tu ciwan jiyanê xwe dest nede, tu dayik li pey zaroken xwe nebigire û tu zarok bê bav mezin nebe.”
Erk û berpirsiyariya Tirkiyeyê
Sakman li ser rola rêxistinên civaka sivîl u sazîyan weha got: “Baroyan, rêxistinên mafên mirovan û avahiyên civaka sivîl berpirsiyar in ku van belge bikin, raya giştî bi awayekî rast agahdar bikin û mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bi hereket bînin. Wek ÎHD, helwesta me zelal e: Em li dijî normalîzekirina şerê ne. Em dixwazin rastiyê bişopînin û aştiyê biparêzin. Aştî ne bi rawestandina hiqûqê, lê bi serdestkirina hiqûqê tê çêkirin.”
“Divê Tirkiye li gorî şertên pêvajoya aştiyê bimeşe ne bi şertên ku Kurdan derdixe derve. Divê xwedî li kurdan derkeve, wan bi parêze û zimanê aştiyê serdest bike û helwestek siyasî û hukûqî pêk bîne. Divê daxwazên maf û statûyê yên Kurdan çi li Tirkiyeyê çi li Sûriyeyê — wek gef nebinin. Lê bi perspektîfeke aştiyê û jiyana hevbeş ya li ser stratejiya serkeftinê were nirxandin. Bidestxistina statuyek yasayî û siyasî ji bo Kurdên Sûriyeyê ne gef e ji bo Tirkiyeyê; berevajî vê, ew encamek xwezayî ya aştiya herêmî û prensîbên cîrantiya baş e.
Li ser heman mijare Çatıkkaş jî weha pê de çû: "Lêbelê, saziyên sivîl di vê pêvajoyê de xebata xwe didomînin. Bi taybetî saziyên hiqûqî û mafên mirovan. Divê saziyên Tirkiyeyê jî vê rola mirovî bilîzin. Ji bo vê armancê, ew dikarin komîsyonên çavdêrî û raporê ava bikin, û serlêdana rûniştinên neteweyî û navneteweyî bikin. Komeleya Baroyên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, û Komîsyona Serbixwe ya Navneteweyî ya Lêpirsînê ya li ser Sûriyeyê hin ji wan saziyan in ku serlêdan dikarin ji wan re werin kirin," wî got, her wiha bal kişand ser sazî û rêxistinên têkildar.”
“Demildest divê şer bê rawestandin û dorpêç bê rakirin”
Sakman destnîşan kir û got:“Di êrîşên li dijî herêmên ku sivîl lê dijîn de armanc, têkbirina binesaziya sivîl û êrîşkirina herêmên ku sivîl lê dijîn e. Ev êrîş di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de tê nirxandin. Di hiqûqa navneteweyî de, aliyên di şer de mecbûr in sivîlan bi awayekî mutlaq biparêzin. Ev mecbûrî nikare bi sedemên siyasî an jî leşkerî were rawestandin.
Çatikkaş: Mixabin rewşa sivîlên wê deverê niha di bin xetereyeke mezin de ye. Her du tax di bin dorpêçeke mezin û demdirêj de ne. Ji ber vê dorpêçê jiyana rojane sekiniye, zarok nikarin biçin dibistanê, kar û bar sekinîne û tiştên ji bo jiyana rojane peyda nabin. Ev jî wê rê li ber felaketên mezin veke. Demildest divê şer bê rawestandin û dorpêç bê rakirin.
“Mekanîzmayên navneteweyî bi awayekî bi bandor naxebitin”
Sakman bal kişand ser mekanîzmayên navneteweyî nikarin helwesteke bi bandor nîşan bidin û got: “Em bi demekê dirêj şahîd in ku hiqûqa navneteweyî û saziyên ku divê wan bisepînin bi awayekî rastîn hatine bêbandorkirin. Gelek mekanîzmayên navneteweyî, di serî de Yekîtiya Neteweyan û Lahey, li hember binpêkirinên giran û sistematîk helwesteke girêdayî û têkoşer nîşan nadin. Îro em di nav pergaleke navneteweyî de ne ku tê de aktorên bihêz hiqûqê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin û dema ku ne li gorî xwestekên wan be, hiqûqê bi tevahî derxînin derve. Rewş, bi şertên mafên mirovan û hiqûqa mirovahî re ne li hev e.”
Çatikkaş: Ji bo parastina gelê sivîl dest bi tevgerê bikin
Sakman di dawiya gotinên xwe de jî bal kişand ser pêvajoya danûstandinê ya ku li qadê di navbera rêveberiya Şamê û SDG’yê de tê meşandin û got: “Îro her çend ev masa danûstandinê kêm û şikestbar be jî, hebûna wê nîşan dide ku şer bealternatîf mîne. Ji bo ku ev masa neçirîne û bi siyasî ya domdar were berdewamkirin, divê bi taybetî Tirkiye û hemû aktorên herêmî û navneteweyî ne rolên ku şer zêde dikin, lê rolên ku çêker û hêsankirinê dikin bistînin. Divê erdê ku sivîlan diparêze û diyalogê xurt dike were piştgirîkirin, ne ku alîyek were derxistin derve. Aştî ji bo hemû ya ye. Di şer de serketin tune ne. Edi bese.”
Çatikkaş jî got: “Di vê rewşa giran de hemû gelê Kurd û aliyên din ji bo şer bê sekinandin çi ji destê wan bê divê bikin. Em bangê li hemû gelê xwe, sazî, dezgeh û raya giştî netewî û navnetewî dikin ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin, ji bo parastina gelê sivîl dest bi tevgerê bikin.
(HC/AY)




.jpg)
.jpg)
.jpg)