Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî ku Onûr Kopran li navçeya Antakyayê ya Hatayê hat girtin, daxwaznameya îtirazê ya li hemberî girtina wî pêşkêşê 2yemîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Antakyayê kirin. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku sedemeke girtina Kopranî axavtina wî ya bi birayê xwe û parêzerê xwe re ye.
Hinceteke din jî ew e ku “bi awayê birêkûpêk beşdarbûna çalakiyên 1ê Gulanê”. Di dema îfadedayinê de jî dozgerî gotiye; “kesên ku birêkûpêk beşdarî çalakiyên 1ê Gulanê dibin, di nêrîna wî de endamên rêxistinê ne” û “mirov carekê beşdarî 1ê Gulanê dibin, hewce nake ku her gav beşdar bibin”.
Di daxwaznameya îtirazê ya li hemberî girtinê de hatiye diyarkirin ku Kopran bi “endamtiya rêxistinê” hatiye sûcdarkirin û hatiye girtin lê ne aşkere ye ku Kopranî ev propaganda çawa hatiye kirin. Her wiha hatiye gotin ku di dema lêgerîna malê de ti sembol an jî flamayek rêxistinê jî nehatiye dîtin.
Onûr Kopran di 9ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de hat desteserkirin. Di 13ê Çiriya Paşiyê de ji hêla 2yemîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Hatayê ve hat girtin. Parêzer Erdogan Akdogdû îro daxwaznameya îtirazê pêşkêşî dadweriyê kir û li bende bersivê ye.
Polîs: Em ê we civakî bikin
Onûr Kopran ê 27 salî ye, li Antakyayê li mala ku bi malbata xwe re lê dima hat desteserkirin. Di nava gumanbaran de Eray Kopran ê 22 salî heye ku birayê Onûr Kopran e.
Her du jî bi “kirina propagandeya rêxistina Partiya Kedê ya Komunîst a Tirkiyeyê/ Lenînîs (TKEP/L)” tên sûcdarkirin.
Parêzer Akdogdûyî ji bianetê re destnîşan kir ku biryara sînordarkirinê heye û ji ber wê wan nikarîbû zanyariyan bidest bixin.
Her wiha behsa wî tiştî kir ku di dema desteserkirina wan a li Midûriyeta Emniyetê ya Hatayê de, polîsan dema jêpirsînê ji du gumanbaran re gotiye, “Em ê we civakî bikin”.
Kesekî desteserkirî ji parêzeren re gotiye ku dema xwestine biçin qedemgehê polîsan ji wan re gotiye, “tê li bende kêfa min be”.
Delîl: Axavtina bi rêya telefonê ya bi birayê wî û parêzerê wî re ye
Hevdîtina Onûr Kopranî ya bi parêzerê xwe re kiriye jî ketiye nava dosyayê de.
Kopran dema xwe parastiye gotiye ku ji bo prosedura serlêdana Komisyona Rewşa Awarte ya derbarê Komeleya Çand û Huner a Ayişigi de hîn bibe li parêzer geriya ye ku Komele di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.
Dîsa hevtîdina bi rêya telefonê ya Onûr Kopran du sal berê bi birayê xwe Eray Kopran re kiriye jî weke delîl di dosyayê de cî girtiye. Kopran gotiye ku hevdîtina bi birayê xwe re ya sala 2015yê nayê bîra wî û dibe ku bi birayê xwe Eray Kopran re axivî be.
“Abdullah Comert hevalê min bû, ez beşdarî merasîma cenazeyê wî bûm”
Parêzer Akdogdûyî hincetên girtinê di daxwaznameya xwe de wiha rêz kiriye:
* Çûn û hatina komeleya çand û hunerê ya ku bi rengekî yasayî hatiye avakirin.
* Beşdariya bernameya 1ê Gulanê ya yasayî.
* Beşdariya bîranîna Abdullah Comertî.
* Beşdariya bernameya Alî Îsmaîl Korkmazî.
* Beşdariya bîranîna Denîz Gezmîşî.
*Beşdariya çalakiya Nûriye Gulmen, Semîh Ozakçayî.
* Beşdariya çalakiya Berkîn Elvanî.
Kopran li dadweriyê got; “Abdullah Comert hevalê min bû, ji ber vê sebebî dibe ku ez beşdarî merasîma cenazeyê wî û bîranînê paşiyê bûbûm.”
Di dema serdegirtina malê de rojnameya Mucadele Birligi hatibû dîtin. Di dema jêpirsînê de hatibû pirsîn ku rojname çawa çê weşandin û wan çawa bidest xistiye. Parêzer Akdogdû diyar kir ku rojnamey bi rengekî yasayî derdikeve û tê belavkirin. (AS/FD)