Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hunermend Şanar Yurdatapan ku ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re beşdarê kampanyaya ‘Nobedariya Weşanê’ bûbû û ji bo rojekî bûbû berpirsê weşana giştî ya rojnameyê derbarê wê de doz hatibû vekirin û di encama dadkirinê de ceza lê hatibû dayîn. Dadgehê hinceta cezayê li Yurdapan hatiye dayîn, diyar kir.
“Ez gotinên xwe ji dewletê hîn nabim”
Şanar Yurdatapan ji bianet’ê re axivî, axavtina xwe ya li rûniştina dozê bibîr xist û wiha got:
“Sûceke wiha nîn e. Maf û berpirsyariya rojnamegerek ew e ku bûyerên qewimîne weke nûçe ragihîne gel. Mafê gel jî heye ku bi her tiştî agahdar be.”
“Ez derbarê bûyerekê de diaxivim, nirxandinan dikim û dinivîsim. Ez bo vê yekê ji dewletê destûr naxwazim. Eger hûn baweriya xwe bi dewletê bînin; heta 20 sal ewil gelê Kurd tine bû, bikaranîna vê peyvê seranser sûceke mezin bû. Azîz Nesin tenê ji ber bikaranîna vê peyvê, di 1995an de li DGMê hatiye dadkirin.”
Ji ber 4 nûçeyan hat dadkirin
Dadgehê hinceta biryara ku hatiye dayîn de 4 nûçeyên ku di 18ê Hezîrana 2016an de li rojnameyê hatiye weşandin kiriye hinceta sûcê. Ew nûçeyana wiha ne: “Şehribanlar hep yaşayacak (Wê Şehrîban her tim bijî)”, “Amede Hoşgeldin Bawer (Tu bi xêr hatî Amedê Bawer)”, “Ugurlar Olsun Duşler Ulkesinin Guzel Kadını (Oxir be Jina Welatê Di Xewnan de)”, “HPG’den Şemzînan Açiklamasi (Ji HPGê Daxuyaniya Derbarê Şemzînanê)”. Dadgehê di biryara xwe de got ku di her sê nûçeyan de “propagandaya rêxistinê hatiye kirin”.
“Lêborîna HPGê weşandine”
Dadgehê derbarê “HPG’den Şemzînan Açiklamasi (Ji HPGê Daxuyaniya Derbarê Şemzînanê)” jî got: “Bûyer bi fikr û helwesta rêxistina terorî hatiye ragihandin û ji keseke ku di çalakiya wan de birîndar bûye lêborîn hatiye xwestin. Di nûçeyê de çalakiyên rêxistina terorî ku li dijî hêzên dewletê hatine kirin jî meşrû kirine.”
Çi bûbû?
Kampanyaya “Nobedariya Weşanê” ku ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re hat lidarxistin di 3ê Gulanê de destpê kir, di 7ê Tebaxê de bi dawî bû.
56 rojnameger, akademîsyen, parlementer û hunermend beşdarê kampanyayê bûn û derbarê 50 ji wan de doz hat vekirin.
Kesên derbarê wan dozhatine vekirin:
A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hakan Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Derbarê 3 nivîskarê rojnameyê de jî doz hat vekirin
Derbarê nivîskarên Ozgur Gundemê Omer Agin, Îmam Canpolat û Îlham Bakir de dema kampanya dewam dikir ji ber nivîsên wan ê di rojnameyê de hatibûn weşandin, doz hat vekirin.
*Erol Onderoglu, Ahmet Nesin û Şebnem Korur Fincaci ku beşdarê kampanyayê bûbûn, di 20ê Hezîranê de hatin girtin û piştî 10 rojan serbest hatin berdin.
Derbarê 4 kesan de biryar hat dayîn
Derbarê Şanar Yurdatapan, Îbrahîm Bodur, Cengiz Baysoy û Çilem Kuçukkeleş de biryar hat dayîn. Li gorî wê biryarê derbarê wan 4 kesan de 15 meh cezayê hepiskirinê û 6 hezar cezayê peredayînê hat dayîn.
(EA/YO)