Qismek endamên Kongreyê yên Amerîkayê ji ber ku li hemberî Îranê tevgera eskerî tê nirxandin bertek nîşanî rêveberiya Serok Donald Trump didin.
Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber êrîşa li ser tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî pêk hat Îranê berpirs dibîne û li dijî Îranê tevgereke eskerî dinirxîne lê hin endamên Kongreyê yên Amerîkayê jî bertek nîşanî nirxandineke wisa didin.
Hin endamên Senato û Meclisa Nûneran ên Amerîkayî dibêjin ku êrîşa li ser tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî pêk hat meseleya rêveberiya Siûdî ye û bang li rêveberiya Trump kirin ku bila ji hêla eskerî va tevlî meseleyê nebe.
Senatorê Demokrat Chris Murphy ji bo çapemeniya Amerîkayê mijar nirxand û got: "Artêşa Amerîkayê divê tevlî pêşbaziya herêmî ya navbera Erebistana Siûdî û Îranê, nebe û tu aliyî negire."
"Amerîka ji bo parastina nefta Erebistana Siûdî divê nekeve şerî"
Senatorê Virginiayê yê Partiya Demokrat Tîm Kaine îmaya Trump a ku ji bo mudaxeleyeke eskerî ya li dijî Îranê amade ne qest kir û got: "Divê Amerîka ji bo parastina nefta Erebistana Siûdî nekeve şerî."
Senatorê Komarparêz Mitt Romney jî wek vê daxuyaniyek da, Îran berpirsê êrîşa hesiband û diyar kir ku lê hewce nake Amerîka bersiveke eskerî bide.
Çi bûbû?
Roja Şemîyê bi droneyan êrîş li du tesîsên petrolê yên Erbîstana Siûdîyê hatibûn kirin. Erbîstana Siûdîyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îranê wek berpirsa vê êrîşê dibîne.
Li gor peyama Trumpî li ser medyaya civakî belav kirî wî ji Wezareta Xezîneyê ya DYAyê xwestiye zêdetir ceza li Îranê bê birîn.
Wezareta Parastinê ya Erbîstana Siûdîyê daxuyanîyek weşandiye û diyar kiriye ku ew ê bi delîlên piştraskirî eşkere bikin ku Îran jî li pişt êrîşê ye.
Navenda petrolê ya êrîş lê hatî kirin yek ji mezintirîn tesîsên Erbîstana Siûdîyê ye. Rojane 7 milyon varil petrol tê derêxistin û dabeşkirin.
(MB)
*bianet kurdî û Abdullah Tel |AA