Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî li Sakaryayê di nava 6 rojan de bûne sedema du teqînên cida, hin şaredariyan biryar girtiye ku êdî bikaranîna fîşekên hewayî qedexe bikin.
Piştî ku Recep Gurkan, Şaredarê Edîrneyê biryar wergirt û bang li şaredariya kiriye, Tûnç Soyer, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê jî gotiye ku ew ê êdî di çalakiyan de nehêlên fîşekên hewayî werin bikaranîn.
Li Stenbolê jî şaredarên Adalar, Ataşehîr, Beşiktaş, Beylukduzu, Esenyurt, Kadikoy, Kuçukçekmece, Kartal, Maltepe û Sariyerê aşkere kirine ku ew ê êdî fîşekan bikar neynin.
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê jî diyar kiriye ku ew ê êdî bikaranîna fîşekên hewayî qedexe bikin.
Şaredariya Qersê, ya Datçaya Mûglayê, ya Odunpazari û Tepebaşiya Eskîşehîrê, Findikliya Rîzeyê, Nilufera Bûrsayê jî bi heman awayî biryar dane.
Beriya niha şaredariya Avcilar û ya Bakirkoyê li Stenbolê biryar girtibûn ku êdî fîşekên hewayî neyên bikaranîn. (TP/FD)