Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartina herêmî destpê kiriye, tê îdiakirin ku li hin deveran ne li gorî rêziknameyê deng hatine dayîn.
Hin îdiayên ku di medyaya civakî û li ser medyayê hatine weşandin wiha ne:
Sêrt
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansê, li dibistana seretayî ya Halide Kutlualpê ya Sêrtê di navbera cerdevan û HDPyiyan de xirecir çêbûye.
Polîsekî ji Siddik Taş, parlamenterê HDPyê re gotiye, “Tu ne wekîlê me yî. Tu wekîlê terorîstan e.”
#Siirt | Halide Kutlualp İlkokulu’nda korucular ile HDP’li sandık görevlileri arasında arbede yaşandı. Bir polis, HDP’li vekil Sıddık Taş’a, “Sen bizim vekilimiz değilsin. Teröristlerin vekilisin” dedi. v/@MAturkce#Seçim2019 https://t.co/aCcKevzh05
— sendika.org (@sendika_org) March 31, 2019
Wan
Li gorî biryara Dadgeriya 1. A Ceza û Silhê ya Wanê, wê polîs bikaribe li ser welatiyên ku diçin dengan didin bigerin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz li hemberî vê biryarê derketiye lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.
Riha
“Polîsan bê belge deng dane”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navçeya Halfetiyê li Lîseya Anadoluyê hejmareke zêde polis ji Mersînê anîne û li vir van polîsan deng dane.
Di nava şert û mercên asayî de heke karmendên dewletê hewce bike ji derveyî sandoqên xwe dengê bidin dive belgeya bi nave “142”yê li gel wan hebe. Lê hatiye diyarkirin ku li cem van polîsan ev belge nebûye.
“Li dibistanekê dengdan hatiye sekinandin”
Li gorî nûçeya Demarkajê, li dibistana seretayî ya bi nave Hillaliyê ya li Xelfetiya Rihayê, dengdan hatiye sekinandin.
Li vê dibistanê, hatiye diyarkirin ku li du sendoqan deng bi awayekî aşkere hatine dayîn.
Erkdarên HDPyê li hemberî vê rewşê derketine û di navbera wan û polis û AKPyiyan de xirecir çêbûye.
Îzmîr
Li navçeya Bûca ya Îzmîrê hatiye îdiakirin ku wezîfedarên AKPyî yên li ser sendoqan digel qedexeye jî bazinên şîn li zendên xwe gerandine.
Sekretera CHPyê ya navçeya Bûcayê Nûrhayat Yilmaz bertek nîşanî vê rewşê daye û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bûcayê daye.
Wesayitên hilbijartinê yên AKPyê
Li navçeya Çigliyê jî digel qedexeyê wesayitên hilbijartinê yên AKPyê li herema ku sendoq lê hatine danîn digerin.
Agirî
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDPyê ya Agiriyê ragihandiye ku duh bi şev AKPyê li Agiriyê, tevlî polîsan koliyên alîkariyê li hin taxan belav kiriye.
Li ser van koliyan fotografên Savci Sayan, namzetê şaredariya Agiriyê yê AKPyî hebûye.
Amed
Fermandar xwestiye dengan aşkere bavêjin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li navçeya Bismilê ya Amedê, li taxa Kopruyê, fermandarê qereqolê çûye gundan û ji gundiyan xwestiye ku dengên xwe aşkere bavêjin. Hatiye diyarkirin ku fermandar xwestiye li şûna gundiyan dengan bide.
Hatiye îdiakirin ku derb li wezîfedaran hatiye xistin
Mezopotamya Ajansiyê ragihandiye taxa Kayahanê ya navçeya Kulpê, cerdevanan derb li parêzer Eyyup Aydenîz, Firat Akdenîz, Sûat Ozturk û Mehmet Emîn Ay wezîfedarên HDPyê xistine. Leşkeran midaxele li êrîşa cerdevanan nekiriye.
Giresun
Omer Faruk Gergerlioglu, Parlamenterê HDPyê Ii ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, “Hilbijartin bi skandalan destpê kiriye” û wiha nivîsandiye:
“Li Girtîgeha Tîpa E ya Giresunê ji 350 kesan tenê destûra 80 kesî dane ji bo dengdanê. Digel ku navên wan di lîsteyê hebûye jî nehiştine dengên xwe bidin. Midûrê girtîgehê bi xwe gotiye, li vir gotina min derbas dibe, hûn diçin gilî li gel kê dikin bikin”.
Dêrsim
Li navçeya Xozatê ya Dêrsimê hin kesan xwestine du caran dengan bidin.
Li gorî nûçeya SoL Haberê, zabitname hatiye girtin ku karmendê wezîfedar wiha tê de nivîsiye: “Digel ku sendoqa li ser wezîfedar e li dibistaneke dine bi cilûbergên fermî hatiye û xwestiye li sendoqa ku ew li ser wezîfedar e dengan bide. Digel ku wezîfedar e, cihê xwe berdide û vê dike. Belgeya wezîfedarkirinê ya bi nave “142”yê vî şensî jê re diafirîne”.
Di zabitnameyê de hatiye gotun ku du leşkeran xwestiye du caran dengan bidin.
Edene
Li gorî nûçeya Dokuz8 Haberê, li taxa Çinarli ya navçeya Sariçama Edeneyê lîsteya kesên ku wê li sendoqên 1058 û 1059an de dengên xwe bidin û lîsteya ci CHPyê re hatiye şandin cuda ne.
Di lîsteya ji CHPyê re hatiye şandin de a ji bo sendoqa 1058ê, 397 kes hene. Lê li lîsteya ku li salonê hatiye daliqandin navê 283 kesan hatiye nivîsandin.
Dîsa di lîsteya sendoqa 1059ê ya ji bo CHPyê hatiye şandin de navê 340 kesan heye. Lê di lîsteya salonê de navê 283 kesan hatiye nivîsandin.
Şirnex
Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansiyê, li navçeya Bêşebabê, digel ku ne wezîfedar bûne, leşkeran xwestiye bi cilûbergên leşkerî dengên xwe bidin. Wezîfedarên HDPyî li hember derketine. Leşker neçar mane cilûbergên xwe derxin.
Leşkeran nehiştina rojnameger fotografan bigirin. (TP/FD)