Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Roja Çarşemê li navçeya Dalamanê ya Muğlayê agirî girtibû daristanan. Vê sibê ev agir hate kontrol kirin.
Şewatên ku li Dalaman dest pê kiribû gihişte heta taxên Kayadibi û Taşlıcayê.
Agir di nava sînorên Kayadibi de xesar dane du xaniyan.
Li gorî DHA'yê, bi banga Cendirme û Midûrîya Karên Daristanan malên li taxên Kayadibi û Taşlıca hatine vala kirin.
Gundîyan kelûpelên xwe bi terektoran bar kirine. Hin gundîyan jî heywanên xwe birine cihên ewle.
Komeleya Dostên Xwezayê û Heywanan a Bocakê 250 pisîk û kûçik ji cihê metirsîya şewatê heyî birine cihekê ewle.
Herweha li navçeya Milasê jî agirî girtiye daristanan. Niştecihên taxa Kıyıkışlacıkê ji malên xwe derketine û ber bi taxên ewle ve diçin.
(EMK/HC/MB)
*Hicran Cengizê ev nûçe wergerandiye.