AZADIYA BAWERIYAN A LI TIRKIYEYÊ
Him derdorên oldar him jî yên sekuler bertekê didin jinan
![Him derdorên oldar him jî yên sekuler bertekê didin jinan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/779/original/manşet_.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Helsînkiyê ya Norwêcê û Hewldana Azadiya Baweriyan, Rapora Çavdêriya li Azadiya Ol û Baweriyan li Tirkiyeyê weşandiye.
Rapor bi sernavê “Banga ji Daxwazan Ber bi Çalakiyan" hatiye amadekirin û behsa pêşketinên di navbera Nîsana 2019an û Kanûna Pêşiyê ya 2021an de li Tirkiyeyê di pêvajoyên yasayî, darazî û îdarî yên di azadiya ol û baweriyan de kiriye.
Di raporê de her weha bal kişandine ser xalên nakokî di navbera wan û standartên mafên mirovan ên navnetewî de û ji bo çareseriya van nakokiyan, pêşniyarên girîng kirine.
Ji bo rapor were amadekirin komên oldar û bawermend, yên ateîst û deîst ên cida; li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Meletî, Elezî, Amed û Mêrdînê mafparêz jî di nav de bi 50 kesî re hevdîtin kirine.
Her weha bi komên oldar û bawermend, ji pîşeyên cida bi jinan re jî hevdîtin kirine ku encamên derketine di beşeke cida de hatiye nirxandin.
Pirsgirêk li bendê çareseriyê ne
Dr. Mine Yildirimê rapor nivîsandiye û li gorî raporê, pirsgirêkên di mijara azadiya ol û baweriyan de yên bi salan de hene, li bendî çareseriyê ne.
Yildirimê her weha diyar kiriye ku di dema şewba Covid-19ê de newekheviyên sîstematîk ên kûr ên derbarê azadiya ol an jî baweriyan de berbiçavtir bûne.
Binpêkirinên mafên ateîst, deîst û agnostîkan dewam dikin
Di raporê de hatiye gotin ku mafên ateîst, deîst û agnostîkan, li nava malan û di sîstema perwerdeyê de tên binpêkirin.
Di beşeke raporê de behsa statuya îbadetxaneyan hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku ev tişt ji bo Elewî, Şahidên Yehovayî û civakên Protestan bêhtir diyar e û rayedarên dewletê biryarên DMMEyê yên derbarê vê mijarê de jinedîtî ve tên.
Astengiyan li ber jinan derdixin
Di raporê de beşeke taybet ji bo azadiya ol an jî baweriyan a jinan veqetandine. Ji bo vê bi jinan re hevdîtin kirine û di encama van hevdîtinan de derketiye holê ku jin dema dixwazin azadiya xwe ya ol an jî baweriya û bi giştî li ber mafên wan ên mirovan astengiyên mezin hene.
Di raporê de her weha hatiye gotin ku jin bi taybet li nava malên xwe ji parastinê bêpar in û him derdorên sekuler him jî yên oldar zilm û zordariyê li jinan dikin. Her weha li gorî raporê nûneriya jinan a li saziyên olî gelekî kêm e.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)