Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 676ê hilbijartinên serokên zanîngehan(rektor) hatin rakirin.
Li gor qanûna hatî guhertin ya YOK(Saziya Perwerdeya Bilind), YOK dê ji bo her zanîngehekê sê endamên serokatiyê ji bo serokkomariyê pêşniyar bike û serokkomar dê yek ji wan hilbijêre.
Heke di mehekê de ew kesê/a hatî pêşniyarkirin [ji aliyê serokkomarî ve] neyê erkdarkirin an jî heke YOK di du hefteyan de tu kesan pêşniyar neke, serokkomar dikare rasterast serkekan ji bo zanîngehan erkdar bike.
Zanîngeha Bogazîçîyê çar meh in ku serokê zanîngehê hilbijartiye lê serokê zanîngehê hê jî nehatiye erkdarkirin, 17 zanîngehên dî jî di heman rewşê de ne.
Erdoganî 29 caran guh neda encaman
di dema hilbijartinên zanîngehan dihat kirin jî serokkomarî her car guh nedida encaman.
Piştî Recep Tayyîp Erdogan di 28ê Tebaxa 2014ê de bi fermî bûyî serokkomar, wî 79 serokên zanîngehan erkdar kirine.
Pênc ji van zanîngehan nû vebûn yanî li wan zanîngehan hilbijartin nebûye. Ji 74 zanîngehên mayîn Erdoganî ya kêm 29 caran ne li gor encamên hilbijartinan serok erkdar kirine.
(BK/MB)