Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn civîna xwe li avahiya Desteya Karûbarên Civakî ya Reqayê li dar xist.
Li gorî nûçeya ANHAyê di civînê de biryara avakirina 3 buroyan hat dayîn û hevserokên wan buroyan hatin hilbijartin.
Her wiha logoya komîseriyê ya bi sê zimanan hatibû amadekirin ji aliyê endaman ve hat pejirandin.
Di daxuyaniya ku piştî civînê hat dayîn de Komîseriyê ragihand ku hilbijartina herêmî dê di 30ê Gulanê de bê kirin.
Her weha bang li Kurdên Rojava hat kirin ku beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin.
Li gor serjimêriya ku di sala 2020an de hat kirin, tevî penaberan 4,5 milyon kes li herêmê dijîn. Li herêmê gelê Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Êzidî û Ermenî bi hev re dijîn.
(RT/AY)