Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja çaremîn de (3ê Adarê) berdewam dikin.
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê bi awayekî hemwext li dijî Tehran, paytexta Îranê û Beyrût, paytexta Lubnanê pêleke êrişên berfireh da destpêkirin. Di heman demê de hêzên Îranê jî weke bersivdayîn êrişî tesîsên DYAyê yên li welatên Kendavê, dike.
Em di roja çaremîn a êrîşan de li ser rûpela bloga xwe ya zindî pêşketinan xulek bi xulek parve dikin.

Heyva Sor a Îranê: Di encama êrişan de 555 kes mirin e
![]()
12:25 | Li Îranê hejmara miriyan gihîşt 787 kesan
Saziya Heyva Sor a Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hejmara miriya 232 kes zêde bûye û gihîştiye 787 kesan.
Ajansa Nûçeyan a Tasnimê daxuyaniyek nivîskî ya Saziya Heyva Sor a Îranê weşand.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, "Li 153 navendan 504 cih bûne hedef. Di encamê de 787 kesan jiyana xwe ji dest dan."
![]()
*Li bajarê Besraya Iraqê kuştina rêberê Îranê Xameneyî hat protesto kirin. 2ê Adara 2026an. (Fotograf: AA)
11:15 | "Hilbijartina rêberê nû dê dirêj nebe"
Ayetullah Elî Muallîmî, endamê Meclîsa Pisporan ku hilbijartina rêberê nû piştî Elî Xameneyî dê li wir were kirin, got ku hilbijartin dê zêde dirêj nebe.
Muallimi ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) re got, "Niha, divê em li benda hilbijartina rêber bisekinin. Dema ku dem were dê were ragihandin û ev heyam dê dirêj nebe."

Tirkiye û Îranê deriyên sînor ên Bajêrge, Gurcîbûlaq û Kapikoyê girtin
Muallimi diyar kir ku "nêrînên siyasî û partî dê di hilbijartina rêber de bandora wan nebin," û got, "Endamên Meclîsa Pisporan dê hilbijartinê bikin û li gorî pîvanên olî deng bidin."
![]()
*Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz. (Fotograf: @Israel_katz/X)
10:45 | Îsraîl biryar da ku wê dagirkirina bejayî li Lubnanê berfireh bike
Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ve hatiye dayîn de hatiye gotin ku Katz û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ferman dane artêşa Îsraîlê ku li zêdetir deverên din ên Lubnanê bicîh bibin.
![]()
*Piştî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê avahiya Radyoya Nûr. (Fotograf: @Ertikaznews/X)
09.15 | Îsraîlê li Beyrûtê êrişî avahiya radyoyê kir
Artêşa Îsraîlê li herêma Dahiyeyê li başûrê Beyrûtê, paytexta Lubnanê li dijî avahiya Radyoya Nûr a girêdayî Hizbullahê êrîşeke hewayî pêk anî.

DYA û Îsraîlê êrişî Îranê kir
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê di saetên şevê de êrişî avahiya televîzyona El-Menar a girêdayî Hizbullahê jî kir.
Ofîsa medyayê ya Hizbullahê, di daxuyaniyekê de derbarê êrîşan de got, "Tu êrîş dê El-Menar TV û Radyoya Nûr netirsîne. Ew ê di weşandina dengê berxwedanê û biryardariya gel de berdewam bin."
![]()
*Sivîl ji ber gefên artêşa Îsraîlê yên li ser wargehên li başûrê Lubnanê, direvin Beyrût û deverên ewletir. (Fotograf: AA)
08:45 | Artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî li dijî Tehran û Beyrûtê da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşên hewayî yên berfireh bi awayekî hemwext li dijî Tehran û Beyrûtê dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "cihên hikûmeta Îranê li Tehran û navendên Hizbullahê li Beyrûtê" hatine hedefgirtin.
![]()
*Êrîşa mûşekî a ku li dijî baregeha sereke ya Fîloya 5emîn a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Manama, paytexta Behrêynê pêk hat, 28ê Sibata 2026an. (Fotograf: AA)
07:45 | "Li Behrêynê êrişî avahiya baregeha hewayî ya DYAyê kirin "
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA daxuyaniyek derbarê pêla 14emîn a operasyona "Soza Rast-4" a ku ji aliyê Artêşa Pasdarên Şoreşê ve hatiye kirin de weşand.
Daxuyaniyê hatiye destnîşan kirin ku avahiya fermandariya sereke û baregeha hewayî ya DYAyê li herêma Şêx Îsaya Behrêynê, bi 20 dronû 3 mûşekan hatiye hedefgirtin.
Her weha li Behrêynê sîrenan deng vedan û piştî ku parastina hewayî hat çalakkirin dengê teqîn hatin bihîstin.

*Nexşeya ku êrîşên Amerîka-Îsraîlê û bersivên Îranê nîşan dide. (Grafîk: Ajansa Anadoluyê)
03.00 | Li Iraqê bi dronan êrişî baregeha DYAyê kirin
Rêxistina sereke ya komên ku Îran piştgiriyê wan li Iraqê dike, "Berxwedana Îslamî li Iraqê" (El-Muqawamat al-Islamiyya fi Iraq), li Bexdayê êrîşî baregeha DYAyê kir.
Di daxuyaniyek nivîskî ya rêxistinê de hat gotin ku êrîşek bi dronan li dijî baregeha leşkerî ya Victoria ya hêzên Amerîkî li Balafirgeha Bexdayê hatiye kirin.
فيديو يُظهر لحظة الاعتداء الإسرائيلي على مبنى #قناة_المنار في #الضاحية_الجنوبية لبيروت.#الميادين_لبنان pic.twitter.com/VbJTCKfwnr
— الميادين لبنان (@mayadeenlebanon) March 3, 2026
*Dîmenên êrîşa Îsraîlê li ser navçeya Dahîye ya Beyrûtê. (Çavkanî: El-Meyadin)
02:55 | Îsraîlê li dijî Beyrûtê êrîşên hewayî pêk anîn
Artêşa Îsraîlê êrîşên nû yên hewayî li ser navçeya Dahîye ya Beyrûtê, paytexta Lubnanê, pêk anîn. Piştî êrîşan dengê teqînên bi hêz hat bihîstin.

Îsraîlê li dijî Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn
Televîzyona El-Menar ku girêdayî Hizbullahê ye, ragihand ku avahiyek kanalê li Taxa Hureykê di êrîşa Îsraîlê de hatiye hedefgirtin.
‼️ The video outlines the phases of the operation: targeting air defense systems and missile launchers in western Iran, then paving the way toward Tehran and establishing aerial superiority over the capital. pic.twitter.com/STDYyyZvG3
— LTC Nadav Shoshani (@LTC_Shoshani) March 1, 2026
*Vîdeoya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi sernavê "Qonaxên operasyona li dijî Îranê" hatiye amadekirin. (Çavkanî: IDF/X)
00.20 | Ji artêşa Îsraîlê li dijî Tehranê pêleke nû ya êrîşên
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan pêleke nû ya êrîşan li dijî Tehranê, paytexta Îranê, dane destpêkirin.
Di demên dawî de hatibû ragihandin ku li gelek deveran, li herêma navendî ya Tehranê ku avahiya berê ya parlementoyê jî li wir e, teqîn çêbûne.

Fotograf: CENTCOM/X
00.15 | CENTCOM: Hejmara leşkerên mirine gihîşt 6an
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) di daxuyaniyekê hesabê xwe yê Xê de got, "Heta saet 16.00ê roja 2ê Adarê, 6 leşkerên DYAyê di şer de mirine. Hêzên DYAyê vê dawiyê cenazeyên du leşkerên ku berê ji tesîseke ku di êrîşên destpêkê yên Îranê de li herêmê hatibû xistin, winda bûbûn, dîtin."
![]()
*Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê, 2ê Adara 2026an, êrîşên li dijî Îranê dişopîne (Fotograf: Qesra Spî/X)
23.55 | "Ji sedî 47ê Amerîkiyan li dijî şerê bi Îranê re ye"
Rojnameya Washington Post a li Amerîkayê, têkildarî êrişên li dijî Îranê bi 1003 Amerîkiyan re rapirsiyek çêkir.
Dema ku ji wan hat pirsîn bê ka ew piştgiriyê didin fermana Serok Donald Trump a ji bo êrîşa li dijî Îranê, ji sedî 39ê beşdaran bi tundî li dijî êrîşan derketin, lê ji sedî 22ê wan piştgirî dan biraya Trump.
Ji sedî 47ê beşdaran dixwazin êrişên DYAyê yên li dijî Îranê bên rawestandin, lê ji sedî 25ê wan difikirîn ku êriş berdewam bikin.
![]()
*Tengava Hurmuzê rêya enerjiyê ya herî krîtîk e ku bi qasî %20 heta %30ê bazirganiya petrolê ya cîhanê tê re derbas dibe, rojane bi qasî 20-21 milyon bermîl petrol tê şandin.
23.30 | Îranê Tengava Hurmuzê girt
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku "Tengava Hurmuzê girtî ye. Ger yên ku hewldana derbasbûnê bide wê Mihafizên Şoreşê û qehremanên hêzên deryayî dê wan keştiyan bişewitînin.”

Îranê Tengava Hurmuzê girt
![]()
Fotograf: Space Imaging Middle East/iranwatch.org
22.40 | "DYA-Îsraîlê du carên din Tesîsa Nukleerî ya Natanzê kirin armanc"
Li gorî ajansa nîv-fermî ya Îranê ISNAyê Îslamî derbarê êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî de nameyek ji serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafarel Mariano Grossi re şandiye.
Îslamî diyar kiriye û gotiye, "Rejîmên sûcdar ên DYA û Îsraîlê roja Yekşemê piştî nîvro du caran Tesîsa Nukleerî ya Natanzê bi êrîşên hovane yên ku qanûna navneteweyî binpê dikin hedef girtin."
Çavkanî: AFP, Ajansa Anadolûyê, IRNA, ISNA, Reuters, Tasnim
(VC/AY)
