Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Kurdistana Iraqê dê di 30ê Gulanê de were kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameyek weşandibû ku hilbijartinên parlamentoyê di 25ê Sibata 2024an de bên kirin.
Lê li ser giliyê li dijî Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoya Herêmê, amadekariyên hilbijartinê yên komîsyonê hatibûn rawestandin. (AY)