Encamên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê (PE) duh bi şev li ser ekrana mezin a li salona Lijneya Giştî ya PE ya li Brukselê hatibû danîn, hatin eşkerekirin.
Di hilbijartina Parlementoya Ewropayê yên ku di 6-9ê Hezîranê de li 27 endamên Yekîtiya Ewropayê hatin kirin de, heta niha ji Almanya, Hollanda, Awistûrya, Yewnanîstan, Qibrisa Başûr, Bulgarîstan, Xirwatya, Malta, Fransa, Spanya, Danîmarka, Polonya, Portekîz, Romanya û Swêdê encamên nefermî hatin bidestxistin.
Li Awisturyayê Partiya Azadiyê ku partiyeke rastgir a radîkal e ji sedî 25,5ê dengan bi dest xist.
Di hilbijartina 2019an de rastgirên radîkal li wî welatî ji sedî 17,2ê dengan bidest xistibû. Di vê hilbijartinê de rêjeya dengên xwe zêdekirine û derketiye ji sedî 25,5an. Her weha li PEyê hejmara kursiyên xwe ji 3yan derxistine 6an.
Li Almanyayê Partiya Xiristiyanên Demokrat û Muhafazakar ji sedî 30,2yê dengan bi dest xistin.
Partiya Keska ku di koalîsyona hukumeta Almanyayê de ye li gorî hilbijartinên berê rêjeya dengên wan ji sedî 8,6 ketiye.
Hevkarê din ê hikûmetê SPD 1,9 pûan deng winda kir, Partiya Demokrat a Azad (FDP) jî 0,3 puan deng winda kir.
AfDyê tenê li eyaleta Thüringenê ji sedî 30,7 dengan bidestxist û partiya yekemîn.
Li Fransayê Partiya Yekitiya Neteweyî (RN) ya rastgira tund bi ferqeke mezin bi rêjeya ji sedî 31,5 dengan bû yekemîn. Serokomarê Fransayê Macron piştî ku rastgirên radîkal li welatî wî bi rêjeyeke mezin ket pêşiyê, meclîsa heyî betal kir û biryara hilbijartinên giştî yên pêşwext da.
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê jî diyar kir ku encamên hilbijartinê peyama kesên ku Ewropayeke xurt dixwazin di piraniyê de ne.
Li Îtalyayê Melonî yekem e
Li gorî encamên ku kanala Rainews24ê a Îtalyayê parve kiriye, partiya Seroka Îtalyayê Giorgia Meloniyê ya rastgir, bi rêjeya ji sedî 27,7ê dengan bû yekemîn.
Li Holendayê encamên destpêkê wiha ne:
Koalîsyona Karker/Çepa Kesk ji sedî 21,6
- Partiya Xêrt Fielders ya Rastgir ji sedî 17,0
- Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ji sedî 11,0
- Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 9,0
Encamên destpêkê yên li Yûnanistanê:
- Partiya Demokrat a Nû ji sedî 32,0
- Koalîsyona Çep û Pêşverû ji sedî 18,2
- Tevgera Sosyalîst ji sedî 13,9
- Partiya Komunîst a Yûnanistanê ji sedî 10,3
- Partiya Çareseriya Yûnanî ji sedî 10,0
Encamên destpêkê li Maltayê:
Partiya Karker ji sedî 44,67
Partiya Neteweyî ji sedî 42,52
Encamên destpêkê yên Bulgaristanê:
- Hevbendiya Yekîtiya Demokratîk ji sedî 26.2
- Tifaqa Demokratîk a Bulgaristanê ji sedî 15,7
- Partiya Vejînê ji sedî 15,4
- Tevgera Azadî û Maf ji sedî 11,7
Encamên destpêkê yên Xirwatistanê wiha ne:
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirwatistanê ji sedî 33,74
- Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 27,81
- Tevgera Welatparêz ji sedî 8,67
Encamên destpêkê yên Fransayê:
- Eniya Mafê Neteweyî ji sedî 32,4
- Koalîsyona Neteweyî ji sedî 15,2
- Partiya Sosyalîst ji sedî 14,3
- Partiya Fransî ya Çep ji sedî : 8,3
- Partiya Komarî ji sedî 7,0
Encamên destpêkên yên Spanyayê:
Partiya Gel, Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 32,4
Partiya Sosyalîst a Spanyayê ji sedî 30,2
Partiya Vox ya Rastgir ji sedî 10,4