Di hilbijartina Iraqê de li gorî encamên nefermî 97 jin bûne parlamenter. Ji jinên ku ketine parlamentoyê jê 24 li Herêma Kurdistanê hatine hilbijartin.
Li Iraqê, di 10ê Çiriya Pêşiyê de ji sedî 41ê dengdêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Piştî sala 2003yan yekemîn care li Iraqê hilbijartina pêşwest hatiye lidarxistin. Li gorî daneyan rêjeya tevlîbûna hilbijartinê pir kêm bûye.
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, diyar kiriye ku ew ê li piştî 20 rojan encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê eşkere bike.
97 jin hatine hilbijartin
Li gorî daneyên destpêkê yên Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê, di hilbijartinan de 97 jinan serkeftin bi dest xistine û ketine parlamentoyê. Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran de wiha hatiye gotin: “Jinên iraqî, ji kotaya ji bo wan hatibû diyarkirin bi zêdebûna 14 kûrsiyan, 97 kursî qezenc kirine.”
Ji Herema Kurdistanê 24 jin ketine parlamentoyê
Ji 97 jinên ketin parlamentoyê 24 jê li Herêma Federe ya Kurdistanê hatine hilbijartin. Li bajarên weke Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê 17, li Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê jî 7 jin ji bo parlamentoyê hatine hilbijartin.
Li gorî daneyên pêşîn ên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê di hilbijartinê de, partiyên Kurd bi giştî 61 kûrsî qezenc kirine. Ji 32 parlementerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 10, ji 15 parlamenterên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 9, ji 9 parlamenterên Tevgera Nivşê Nû 5 parlamenterên jin ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin. 12 ji jinên ku ji bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê hatin hilbijartin, bi dengên ku bêyî kotayê standin ketin meclîsê. 5 jin jî, kota bikaranîn û mafê ketina parlamentoyê bi dest xistin.
2 jinên Kurd ên Kakeyî ketine parlamentoyê
Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, yekemîn car 2 jinên Kurd ên Kakeyî mafê ketina parlamentoyê bi dest xistine. Namzeta PDKê Necwe Hamîd Kakeyî, li herêma 2yemîn a Kerkukê 10 hezar û 19 deng girtine û namzeta Tifaqa Kurdistanê (YNK-Goran) Ehlam Remezan jî li Nînovayê 4 hezar û 910 deng girtine û mafê ketina parlamentoyê qezenc kirine. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezpotamyayê