Li Lîseya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl daye bi pisûleya sexte deng bide hatiye ferqkirin. Derketiye holê ku pisûleya deng ji bo Erdogan hatiye morkirin.
Li Lîseya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl daye bi pisûleya sexte deng bide hatiye ferqkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Lîseya Namik Kemal a li navçeya Rezan a Amedê dema jinekê bi pisûleya sexte deng dida hate ferqkirin. Li gorî agahiyan, jina ku bi pisûleya sextê çûye dibistanê xwestiye pisûleyê biavêje sindoqê. Lê piştî ku rewş hatiye ferqkirin, wê jinê pisûla çirandiye û reviya ye.
Derketiye holê ku di pisûleya hatiye çirandin de deng ji bo Tayyîp Erdogan hatiye dayîn. (AY)