Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Kralîya Yekbûyî(Brîtanya), Boris Johnsonî ji qralîçe, Elîzabetha 2. xwestiye ku karên parlametoyê pênc mehan bêne sekinandin. Kralîçeyê daxwaz qebûl kiriye.
Bixwîne - Wezîrê Brexitê yê Brîtanyayê dest ji karê xwe berdaye
Serokwezîrî bi nameyekê eşkere kiriye ku parlamento bê navber 340 roj in ku kar dike. Ev rekora 400 salên dawiyê ya wî welatî ye.
Partiyên mixalif diyar kiriye ku hikûmet ji bo pêvajoya “brexita bêpeyman” bide destpêkirin parlamento daye sekinandin.
Piştî qralîçeyê teklîf qebûl kirî li medyaya civakî hashtaga #stopthecoup (derbeyê bisekinîne) daye dest pêkirin.
Kampanyayeka îmzekomkirinê hatiye dest pê kirin. 500 hezar kesan ji bo kampanyayê îmze avêtine.
Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbynî ji qralîçeyê xwestiye ew hev bibînin. Wekîla ji heman partîyê Clive Lewisê jî daxuyandiye ku ew ê di hemî rewşan de têbikoşe, “da ku me ji parlamentoyê derbêxin divê polîs bên. Em ê bangî welatîyan bikin û daxwaza rûniştina awarte bibkin.”
(PT/MB)
*Brexit, Pêvajoya ji-hev-cidabûnê ya Brîtanya û Yekîtîya Ewropayê ye.