Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê daxuyandiye ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê êrşî nexweşxaneyên Idlib û Hemayê kiriye û ev yek sûcê şerî ye.
Dîrektorê Rojhilata navîn yê rêxistinê, Lynn Maaloufî diyar kiriye:
“Bi bombeyan êrîş li nexweşxaneyan tê kirin. Ev şûcê şerî ye. Ji bo nexweşên hewceyî alîkariya tibbî ne, tekane derfetê ji bo jiyanê heyî hatiye tinekirin.
“Li başûrê Idlibê û derdora Hemayê ew nexweşxaneyên ku ji bo ya kêm 300 hezar kesan xizmet dikirin êdî nikarin bêne bikarhînan.
“Hemşîreyeka ji Rêxistina Navneteweyî ya Efûrê re axivî gotiye wan birîndar birine jêrzemînê û hewil daye xwîna wan bisekinîne. Lê cara duyem bombe hatine avêtin.
“Nemaze Rûsya divê tesîraa xwe ya li ser hikûmetê bi kar bihîne û êrîşan demildest bide sekinandin.”
(HA/MB)