Heyet-i Tehrîr uş-Şam (HTŞ) ku desthilatdariya Sûriyê bidest xist, dê kar û barên hukumeta demkî bi rêya pêkhateya xwe ya siyasî, "Hikûmeta Rizgariya Sûriyê" bimeşîne.
Mihemed El-Beşîr ku di 9ê Kanûna Pêşiyê de ji aliyê Serokê HTŞê Ebû Mihemmed El-Cûlanî (Ehmed eş Şara) ve ji bo avakirina hikûmeta demkî hatibû erkdarkirin. El Beşîr duh bi hikûmeta rêveberiya berê re têkildarî girtina rayeyan civînek li dar xist.
Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Mihemed el-Beşîr bi televîzyona El Cezîreyê ya Qeterê re axivî û diyar kir ku heta 1ê Adara 2025an destûra bîngehîn ya nû bê amadekirin û pesendkirin ew ê li ser erka xwe bimînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû wezîrên “Hikûmeta Rizgariya Sûriyê” dê di hikûmeta demkî de jî bi heman erkê berdewam bin.
Di hikûmeta demkî ya ku serokwezîr jî di nav de ji 12 kesan pêk tê de wezîrên jin nîne.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya ku ji endamên HTŞê pêk tê:
Serokwezîr: Mihemmed El-Beşîr
Wezareta Karên Navxweyî: Mihemmed Abdurrahman
Wezareta Dadê: Şadî El-Weysî
Wezareta Aborîyê: Basil Ebdulezîz
Wezareta Geşepêdanê: Fadî El-Qasim
Wezareta Çandiniyê: Mihemmed el-Ehmed
Wezîrê Enformasyonê: Mihemmed El-Omer
Wezareta Weqfan: Husam Hac Huseyin
Wezareta Tenduristiyê: Mizan Duhan
Wezareta Perwerdeyê: Nezîr El-Qadri
Wezareta Xwendina Bilind: Abdulmunim Abdulhafiz
Wezareta Rêveberiya Herêmî û Jîngehê: Muhammed Muslim
(VC/AY)