Fotograf: Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Roja sêşema 5ê Gulanê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî, Serokê Encûmena Wezîran û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebaniyî civiya ye.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê hatiye kirin, ku beşek ji karnemaya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Di tewereke din a civînê de, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran derencamê civînên şanda hikumeta Herêmê li Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr pêşkêş kirin, bi taybet babeta destkeftên darayî û dosya petrolê û gazê. Encûmena Wezîran ji bilî destxweşiya li şandê û bilindnirxandina hewlên wan, pêşniyarên şandê pesend kirine, bo berdewamiya civînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dabînkirina maf, mûçe û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Hin biryar derbarê kêmkirina xerciyan de hatine standin
Derbarê proseya çaksaziyê, Encûmena Wezîran tekezî kiriye li ser bicihkirina tevahiya birgên yasaya çaksaziyê li gor plana ji aliyê Komîta Bilind a Çaksaziyê pesend kiriye û wezaretên pêwendîdar jî raspardin bi wergirtina rêkarên pêwîst, bi arasteya gerentîkirina mafên mûçexwaran.
Encûmena Wezîran derbarê kêmkirina xerciyan de ev biryarana dane:
1) Kêmkirina mûçe û dermaleyên xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatî û endamên Perlemanê û Encûmena Dadwerî û encûmenên parêzgehan di warên xizmeta şaristanî û serbazî û hêzên asayişa navxwe û asayişa giştî û encûmena asayişê û ewên bi plana xaneşîn bûne yan xaneşîn dibin.
2) Xerckirina tenê mûçeya bineretî ji bo ew pileyên taybet ên ku di Rêveberiya Giştî de ber bi ser in û serokên yekîneyên kargîrî ji parêzgar û qeymeqam û rêvebirên nahiyayan ku mehom in û pêwîst e li ser Wezareta Darayî û Aborî di heyama 30 rojî de di çarçoveya yasaya çaksazî de çarenivîsa wezîfeya wan were yekalîkirin.
3 ) Divê Wezareta Darayî û Aborî mûçeyê tenê ji wan kesan re xerc bike, ku tomar in li databeysî tomara bayometrî û bi kirdarî di xizmeta wezîfeyê de ne, herwiha birîna mûçeya wan kesan ku bi kirdarî xizmeta wezîfî nakin.
4) Kêmkirina budceya teşxîlî bo nivîtirîn ast bi awayekê tenê bwarên serekîyên xercîyan vegire wek bwarê dabînkirina dermanan, pêdawîstîyên pizîşkî, taqîgehî, xwarina nexwşxaneyan, zîndanîyan xane ya newcewanan, zaroyan û şêletrên jinan, pakijkirina bajaran, bajarokan, nexweşxaneyan, pêdawîstîyên avê, kirê ya wêstegah berhemhînana Karebê û çêvekirina rêyan.
5) Peyrewkirina sîstema (On Line) bo xerckirina teşxîlî ji bo zêdekirina şefafîyetê û kêmkirina rotînê.
6) Rawestandina xercîyên budceya weberhînanê (pirojeya wezaretan û pêşxistina parêzgehan).
7) Pêdaçûn bi nesrîye û pêşîne ya wezaret û tevaya dezgehên herêmê ji alîyê civata wezîran û wezareta Darayîyê bi arasteya kêmkirina wê bo nivîtirîn asat.
8- Rawestandina xerckirina rasterasta wezaretan li ser pişka dahatên xwe.
9) pêdaçûn bi xercîyên xizmetguzarîyên petrol û gazê.
(AY/FD)
Çavkanî: K24