Fotograf: AA
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara qedexeya hatin û çûnê li seranserê herêmê dirêj kiriye.
Li gor nûçeya Rûdawê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê qedexeya hat û çûnê li seranserê Herêmê heta roja 16ê Nîsanê dirêjkiriye.
Li gor nûçeyê wezaretê daxuyanî daye û gotiye: “Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku qedexeya hat û çûnê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û îdareyên Raperîn û Germiyanê bihê dirêjkirin.”
Li gor daxuyaniyê, hat û çûna bi piyan jî tê qedexekirin, tenê bo rewşên ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane û nexweşiyê nebe. Di daxuyaniyê de hatiye teqezkirin, ku “her kesên biryarê binpê bike, dê rêkarên yasayî li hember were pêkanîn.”
Li Herêma Kurdistanê ji 14ê Adarê ve bi armanca rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê qedexeya hat û çûnê hatiye ragihandin û ji hingê ve heta niha çend caran ev biryar hatiye dirêjkirin.(AY/FD)