Fotograf: Rûdaw
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji ber metirisya belavbûna Koronayê, peyamek belav kir.
Di vê peyamê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dike, ji ber metirisya vîrûsa Koronayê serdanên xwe bo Îranê paş bixin û serdana wî welatî nekin.
Wezareta Navxwe di vê peyama xwe de ti demek ji bo maweya paşxistin serdanên bo Îranê aşkere nekiriye.
Pêştir bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatin û çûna geştyaran ji sînorê Herêma Kurdistanê yên li gel Îranê hatibû rawestandin. Li gor heman biryarê, ji bo rêgirtina ji belavbûna vîrûsa Koronayê, hemû hatin û çûnên di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de hatine sekinandin.
Bi wê biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, deriyên sînorî yên Perwîxan û Hacî Omeranê li ser hatin û çûna xelkê Îranê hatin girtin. Heta niha nediyar e ku deriyê sînorî yê Başmaxê jî hatiye girtin an ne û berpirsên vî deriyê sînorî li ser vê yekê ti daxuyanî nedane.
Iraqê jî biryar girtibû
Iraqê jî ji ber cura nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) heta 3 rojan hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girtiye.
Di daxuyaniya Saziya Deriyên Sînorî ya Iraqê de hat destnîşankirin ku ji ber cura nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) heta 3 rojan hemî deriyên xwe yên sînorî li welatiyên Îranê girtine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku welatiyên Iraqê yên ku ji Îranê vegerin li derveyî wê qedexeyê ne û dê îdxalata ji Îranê bo Iraqê berdewam be.
Ji ber mirina 2 kesan ji cura nû ya vîrusa coronayê li Îranê Wezareta Veguhastinê jî ragihandibû ku hemî firînên hatûçûna Îranê rawestandine. (FD)
Çavkanî: AA, Rûdaw