Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrîşî derdora bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê kir û di encamê de 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi dronek xwekujî êrîşî derdora Dêr Hafirê kir, 2 sivîl û 2 şervan birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berêvara îro, komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrîşî gund û deverên derdora Dêr Hafirê kir, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn. Lê dema şervanên HSDê hewl dida wan birîndaran rakin nexweşxaneyê ew jî hatin hedefgirtin û birîndar bûn.
Li gorî navendê, hedefgirtina tîmên ambulancê û nuqteyên tibî rageşiyek gelek xeternak e û binpêkirina tevahî qanûn û rêgezên navneteweyî ye, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsa vê rageşiyê û bandorên wê û tu gefên li dijî ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan e.
Navenda Ragihandina HSDê diyar kir ku hêzên wan di erkên xwe yên parastina sivîl û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî rexmê hewldanên bi zanebûn de berewam in û mafên wan ên rewa heye ku bersiva tevahî tehdîd û êrîşan bidin ku parastina hêz û herêmên xwe bikin

