Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahiya cîhanê hejmara aboneyên Netflîxê, tora televizyon û înternetê ya kurewî gîhaştiye 203,7 mîlyonî. Şîrketê di salek de 37 mîlyon aboneyên nû bi dest xistiye.
Netflîxê bilançoya têkildarî dawiya sala 2020ê aşkere kiriye. Dahata Netflîxê ya dawiya sala 2020ê li gorî heman dema sala berê bi zêdebûna ji sedî 21,5ê gîhaştiye 6,64 mîlyar dolar î. Dahata şîrketê ya heman dema sala 2019an 5,47 mîlyar dolar bûye.
Dahata Netflîxê ya tevahiya sala 2020ê li gorî sala berê ji sedî 24 zêdebûye û gîhaştiye 25 mîlyar dolarî.(HA/AY)