Rayedarên Sûriyeyê îddia dikin ku Îsraîl parastina Durzîyan weke sedem nîşan dide û êrişî hêzên hikûmetê dike. Rayedarên Sûriyeyê bi kuştina kêfî a Durziyên sivîl li Siwêdayê tên sûcdarkirin.
Şamê piştî pevçûnên di navbera şervanên Durzî û eşîrên Bedewî de ku bûne sedema mirina zêdetirî 100 kesan, leşker şandin herêmê.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê piştî ku hêzên hukumetê ketin Swêydayê agirbest ragihand. Piştî ragihandina agirbestê Îsraîlê dest bi êrişan kir.
Şamê êrîşên Îsraîlê şermezar kir û got ku "mafê wan yê rewa ye ku ax û gelê xwe biparêze."
Sûriyeyê bang li NYê kir ku Îsraîlê şermezar bike
Nunerê CNN Turk û Hurriyetê yê DYAyê Yunus Paksoy ve li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniye fermî weşandiye û gotiye Sûriyeyê "bang li Neteweyên Yekbûyî(NY), Konseya Ewlekariyê ya NY û civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û mirovî li dijî vê êrîşê bicîh bînin û bi zelalî, bê guman û bi bandor şermezar bikin."
Kuştinên ji aliyê Hêzên Şamê ve pêk tên
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Sêşemê got ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê û alîgirên wan 19 Durzî li Siwêydayê û derdora wê kuştine.
Li gorî daxuyaniya SOHRê, "Hêzên Wezareta Parastin û Navxweyî a Sûriyeyê li bajarê Siwêdayê êrîşî mêvanxaneya malbata Ridvan kirin û 12 sivîl kuştin."
Li gorî navendê, komên çekdar ên girêdayî hikûmetê çar sivîlên Durzî li mêvanxaneyeke li bajarê Swêdayê û sê bira jî li ber çavên dayîka wan li bakurê bajêr qetilkirin kirin.
Îsraîlê xwe wekî "parêzvanê" Durziyan ragihand
Îsraîl ku beşek Durzî lê dijîn, her wiha hewl dide ku xwe wekî parêzvanê Durziyan nîşan bide û şîret li hikûmeta Sûriyeyê kir ku hêzên leşkerî li başûrê Şamê bicîh neke ku ew wekî xetereyek ewlehiyê dibîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsrael Katz roja Sêşemê ragihandin ku wan êrîş li ser "hêz û çekên rejîmê" kirine ku ji bo li dijî Durziyan werin bikar anîn, hatine amadekirin.
Nûnerê Taybet ê DYAyê li qadê ye
Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack ku hewl dide têkiliyên bi Sûriyeyê re ji nû ve saz bike û bi Îsraîlê re hevalbendek nêzîk e. Barrack jî tundkariya li Siwêdayê wekî "metirsîyek" bi nav kir.
Barrack destnîşan kir ku Washington li pey "encamek aştiyane û berfireh e ku ji bo Durzîyan, eşîrên Bedewîyan, hikûmeta Sûriyê û hêzên Îsraîlê".
Şamê agirbest ragihand
Wezîrê Parastinê Murhaf Ebû Qesra piştî ku li bajarê Siwêdayê beriya nîvroya roja Sêşemê (12:00 GMT) bi nûnerên herêmî re civiya, "agirbesteke giştî" ragihand.
Qesra li ser hesabê xwe yê Xê weha gotiye, "Em ê tenê bersiva kesên ku guleyan direşîne bidin û em ê bi êrîşên komên neqanûnî re eleqeder bin."
Li gorî SOHRê, di 48 saetên dawî de zêdetirî 130 kes hatine kuştin.
(AEK/AY)
