Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku koalisyona navdewletî piştgiriya wê dike, Baregeha Hewayî ya Tebqayê ji DAIŞê stand.
Ev baregeh ji bo operasyona Reqqayê ciyekî stratejîk bû û 45 kîlometro li rojavayê Reqqayê dikeve.
Baregeha Tebqayê ji tebaxa 2014an û vir ve di destê DAIŞê de bû. Herêm her wiha ji bo kontrola Benda Tebqayê jî girîng e ku benda herî mezin a Sûriyê ey. 60 metro bilindahî û 4 metro û nîv dirêjahiya bendê heye û di sala 1968an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin. Çêkirina bendê di sala 1973êyan de bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan ve bidawî bibû.
Ji bo operasyona Tebqayê di 22ê Adarê de koalisyona li dij DAIŞê bi firokeyan leşker biribûn herêmê.
Berdevkê HSDê Telal Silo duh ji bo Reutersê axivî û diyar kir ku sedî 60-70ê baregehê ketiye destê wan û ew hêvî dikin ku di çend saetan de kontrola hemû baregehê bixin destê xwe.
SDF fighters celebrate the liberation of Tabqa airbase with dance. #Raqqa pic.twitter.com/zUGr01cFUv
— Afarin Mamosta (@AfarinMamosta) March 26, 2017
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Îngiltere ye û nêzîkî muxalifên Sûriyê ne, piştrast kir ku baregeh ketiye destê HSDê.
(HK/FD)