Ji bo nûçeya tirkî / Ingilîzî bitikîne
Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê(SIPRI), rapora “bûtçeya leşkerî” ya sala 2018ê weşandiye.
Li gor raporê; sala 2018ê, li gor sala 2017ê ji sedî 2,6 zêdetir pere hatine xerckirin. Ji sedî 60ê pereyên hatîn xerckirin sê hêzên mezin ên dinyayê ne: DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Çîn, Erebistana Siûdiyê, Hindistan û Fransa.
Tirkiye di rêza 15. de ye. Wê ji sedî 24 xerckirina pereyên ji bo hêzên leşkerî zêde kiriye.
Dr. Nan Tian di projeya Çek û Xeckirinên Ji Bo Hêzên Leşkerî(AMEX) ye. Wê got:
“Tirkiyeyê her ku diçe ji bo standina amûrên leşkerî zêdetir pereyan xerc dike.
“Herweha ew li Sûriyeyê li dijî komên kurd operasyonên xwe yên leşkerî zêde dike.”
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku nîvê pereyên ji bo hêzên leşkerî têne xerckirin ji aliyê DYA û Çînê ve têne xerckirin.
29 dewletên ku endamên NATOyê ne di sala 2018ê de 963 milyar Dolar xerc kirine.
(HA/MB)