Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ji bo mitînga 1ê Îlonê ku dê di 31ê Tebaxê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî mitînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di 31ê Tebaxê saet di 15.00ê de li Meydana Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” bê lidarxistin, daxuyanî da.
Li gorî nûçeya MAyê daxuyanî, li avahiya Tum Bel-Senê, bi dirûşma “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” hat dayin.
Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” hate hilayîstin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî tev li daxuyaniyê bû.

12 kesên ku di mîtînga 1ê Îlonê hatibûn desteserkirin, hatin girtin
Banga tevlîbûnê
Hevberdevkê Platforma Şaxan a Stenbolê ya KESK’ê Ertugrul Eroglû diyar kir ku şer û pevçûnê rê li ber zêdebûna kedxwariyê vedikin, xweza û qadên jiyanê tune dikin û got:
“Li dijî hemû tovên nefretê yên li seranserî cîhanê hatin çandin, li dijî dijminatiya di navbera gelan de hatiye avakirin, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin gel wekhev û demokratîk bijîn. Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê didomin. Gelên Sûriyeyê bi qirkirinan re rû bi rû ne. Polîtîkayên emperyalîzmê yên li herêmê, gelên Rojhilata Navîn her tim bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Ji bo gelên li welatê me dijîn bi hev re û bi aştiyane bijîn, ji bo pêşketina têkoşîna bi vê boneyê, derfetên dîrokî çêbûne. Lêbelê desthilata siyasî, tevî vê qonaxê jî hewl dide mijara girtiyên siyasî, sepanên qeyûm, bikaranîna darazê û gefên li ser muxalefetê weke rewa nîşan bide.”
Eroglû ev bang kir û got:
“Tevî derdorên ku encamên şer jiyayîn, em ê li dijî polîtîkayên qirkirin û şer têkoşîna aştiyê ya girseyî mezin bikin. Tenê bazirganên şer, yên xwe li ser pişta gel dewlemend dikin û rejîmên şer û zextê ji şer qezenc dikin. Tekane rêya ku gelên me di nava ewlehî û aramiyê de bijîn, aştî ye. Ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê, em ê di roja 31’ê Tebaxê saet di 15.00’ê de li Kadikoyê bin. Dê cîhaneke bêşer û bêkedxwarî bi destên me bê avakirin. Em banga tevlibûna mitîngê û mezinkirina hêviyê li we dikin.”
(AY)

