Leşkerên Îsraîlê li Kampa Penaberan a El-Fariaya ku li nêzî bajarê Tubasa Şerîeya Rojava, bi ser malên filistîniyan de girtin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, leşkerên Îsraîlê li dijî filistîniyên ku bertek nîşanî êrîşan dan, guleyên rast bikar anîne. Di serdegirtinê de Mihemed Îsam Şehmawiyê filistînî hat kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, leşkerên Îsraîlê di dema serdegirtinê de balafirên keşfê yên bêmirov (ÎHA) bi kar anîne.
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku 2 Filistînî jî birîndar bûne.
(TY/AY)