Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Şerîeya Rojava 35 filistînî desteser kirin
![Hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawî de li Şerîeya Rojava 35 filistînî desteser kirin](https://static.bianet.org/haber/2024/01/24/israil-gucleri-bati-seria-da-son-24-saatte-35-filistinliyi-gozaltina-aldi.jpg)
Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewam dikin, zextên li ser filistîniyên li Şerîeya Rojava û Rojhilatê Qidusê zêde dibin.
Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya ku ji aliyê Cemiyeta Dîlgirtiyan a Fîlîstînê û Heyeta Kesên Serbestkirî û Dîlgirtiyan ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê ve hat dayîn de derbarê desteserkirinên ku ji aliyê Îsraîlê ve li Şerîeya Rojava hatin kirin de agahî hatin dayîn.
![Di encama êrişên Îsraîlê de heta niha 19 hezar û 667 Fîlîstînî mirine](https://static.bianet.org/haber/2023/12/20/bati-seria-ve-dogu-kuduste-4-bin-630-filistinli-gozaltina-alindi.jpg)
Di encama êrişên Îsraîlê de heta niha 19 hezar û 667 Fîlîstînî mirine
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de herî kêm 35 Filistînî desteser kirine û ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve hejmara kesên ku li Şerîeya Rojava ya dagirkirî hatine desteserkirin derket 6 hezar û 255'an.
Ji 7ê Çiriya Pêşiya 2023an ve ku Îsraîlê dest bi êrîşa li ser Xezeyê kir, li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a dagirkirî li dijî Filistîniyan desteserkirin, serdegirtin û êrîşên li dijî Filistîniyan zêde bûn.
(VC/AY)