Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) ji bo sala 20108ê rapora salane ya binpêkirina mafên mirovan eşkere kiriye.
Li gor raporê di salekê de mafê jiyanê yê 673 kesan hatiye binpêkirin. 32 kes ji wan zarok bûne. Karmendên fermî 4 hezar û 513 caran îşkence kirine û tevgerên welê kirine ku bi wan tevgeran rûmeta kesan binpê bûye.
Hêzên ewlehiyê nêzîkî 10 hezaran kes desteser kirine. 1107 kes girtine.
* Di 11 mehên pêşiyê yên sala 2018ê de, hêzên ewlehiyê piştî hişyarîya “bisekine” 20 kes kuştine.
* Li ser sînoran bi reşandina gulleyan an jî armanckirina kesan 10 kes hatine kuştin. 41 kes birîndar kirine.
* Di şerî de, 502 kes mirine. 107 kes endamên hêzên ewlehiyê bûne(polîs, leşker, cerdevan). 391 kes çekdar bûne. 4 kes jî sivîl bûne.
* Wesayitên zirxkirî li sivîlan dane û 7 kes kuştine, 26 kes birîndar kirine.
* Bi teqîyana mayinan 3 kes mirine, 22 kes birîndar bûne.
* Li girtîgehan ya kêm 23 kes mirine. Di dema desteserkirinê de ya kêm 5 kes mirine. Yek ji desteserkiriyên mirîn jineka trans bûye. Guman heye ew kesên mirîn hatibin kuştin.
* 10 kes dema çûyîn leşkeriya mecbûrî mirine. Guman heye hatibin kuştin.
* Di girtîgehan de 458 girtîyên nexweş hene ku nexweşiya wan giran e.
* Zêdetirî 4 milyonan koçber hene lê mafên penaberiyê nestandine.
(AS/MB)