Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Vê sibeyê wesayita karkerên avakirinê yên Balafirgeha 3. a Stenbolê, karker li ber baranê hiştine û ew nebirine cihê karkirinê. Karkeran ji ber vê yekê xwe nîşandanek pêk aniye. Hêzên Ewlehiyê sê karker desteser kirine.
Sendîkaya karkeran a bi navê Inşaat-Işê daye zanîn ku 400 karker beşdarî xwenîşandanê bûne. Hêzên ewlehiyê çar ji xwenîşanderan desteser kirine.
12 Îlonê servîsa karkeran qeza kiribû, 17 karker di qezayê de birîndar bûbûn. 14ê Îlonê karkeran dest bi xwenîşandanê kiribû. Hêzên ewlehiyê di heman rojê de 401 karker desteser kiribûn. 18ê Îlonê dadgeheka Stenbolê biryara girtina 24 karkeran dabû. Karker hçê jî di girtîgehê de ne.
(EKN/MB)