Piştî li Zaxoyê di 19 û 20ê Tebaxê de xwenîşadan encam dane û hijmarek ji welati û hêzên ewlekarîyê birîndar bûne, hêzên asayişe Ehmed Zaxoyî, peyamnêrê NRT TVyê desteser kirine.
Li gor nûçeya Selam Balayî ya di pişka kurdî ya dengê amerîkayê de hatiye weşandin, îro (20ê Tebaxa 2020an) hêzên asayişe bi ser ofîsa heman kanalê ya li Duhokê de girtine.
Bêwar Hilmî, Rêveberê ofîsa Duhok yê NRT TVyê gotiye “Belê peyamnêrê me Ehmed Zaxoyî ji layê hêzên ewlekarîyê ve hatiye girtin û heta niha jî girtî ye.”
Hilmiyî di berdewamiya axftina xwe da diyar kiriye ku “Li Duhokê hêzên ewlekariyê dest danîne ser ofîsa me û tako noke ofîsa me di destên hêzên ewlekarîyêda ne û em sedema vê yekê nizanîn.”
Bêwar Hilmiyî her weha diyar kiriye ku îro li qeza Amêdiyê li nahiya Dêrelokê Nîhad Oremarî nûçegîhanê NRT TVyê ji aliye hêzên ewlekarîyê ve hatiye desteserkirin û bi qasî nîv saetê desteserkirî maye. Paşî ew azad kirine, lê dest danîne ser kelûpelên wî
Di xwepêşandanan de gelek kes hatine desteserkirin
Li gor nûçeyeke din a dengê amerîkayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha Adarê vir ve mûçeyên karmendan nedaye û ew jî bi berdewamî dibe sedema xwepêşandanên girseyî.
Gelek kes, jiber wernegirtina mehaneyên xwe bi rêka medya civakî nerazîbûnên xwe dîyar dikin û bal dikşînin ku ew di rewşeke dijwar de dijîn.
Li gor ragihandina nûçegîhanê Dengê Amerîka Kawa Omer karbidestên li Duhokê jimareke bizavkar desteser kirine, bi sedema ku wan ji gel xwestiye ku li seranser Herêma Kurdistanê xwepêşandan lir dar bixin.
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan ya Herêma Kurdistanê Hemdî Berwarî ragihandiye ku di wan kesên desteserkirî de, bizavkar Bedel Berwarî jî heye ku bi 2 kurên wî re hatiye binçav kirin.
“Hêzên ewlekarîyê tenê jibo ku ew berevanîya mafê xwe û mafê gel dike, binçav kirin û dest danîn ser hemî kompîterên wan yên serçok (laptop) û telefonên destan.”
Wî bi bîr xistiye ku Berwarî di mehên borî de, jiber beşdarbûna xwepêşandaneke mamoste û karmendan hatibû fesetser kirin ku jibo daxwaza mehaneyên derketibûn kolanan.
Dîsa, mamosteyekî bi navê Segvan Ertuşî ji ji VOA re gotiye ku ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryarên bi vî awayî bidomîne, xwenîşandan wê berfirehtor bin û ewê kontrola herêmê ji dest bide. (FD)