bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Hêzên Amerîkî li Iraqê êrîşî Heşdî Şabiyê kirine
Li gor çapemeniya herêmî ya Iraqê hêzên DYAyê li gelek deverên Iraqê ji hewayê ve êrîşî ser Heşdî Şabiyê kirine.

Di nûçeyên çapemeniya herêmî ya Iraqê weşandin da hat gotin ku balafirên DYAyê li Babîl, Kerbela, Selahaddîn, Enbar û hin bajarên din ji hewayê va êrîş birin ser yekîneyên Heşdî Şabî ya hêza milîs a Şiiyan a nêzî Îranê.
Koma Hizbullaha Iraqê jî rastî êrîşan hatiye
Meqamên fermî yên Iraqê heta niha derbarê mijarê da tu daxuyanî nedan.
Baregeha Eskerî ya Taciyê ya li Bexdayê ya Amerîkayê rastî êrîşa moşekê hatibû û dihat gotin ku Amerîka ji bo heyfê wê êrîşî komên çekdar ên nêzî Îranê bike. (FD)
* Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.