Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Qudsê, di sêyem roja pevçûnên di navbera filistînî û leşkerên îsraîlî de gelek kes birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, polîsên îsraîlî êrîş biriye ser filistîniyên ku li Mescîd-î Aksayê nobet digirtin. Bi hezaran filistîniyên li vê mizgeftê nimêja sibê kiriye, li hewşa heman mizgeftê tekbîr anîne û xwenîşandanek pêk aniye.
Polîsên îsraîlî bi gaza rondikrij, guleyên plastîk û bombeyên dengan midaxele li filistîniyan kirine. Filistîniyan jî ber avêtine polîsan.
Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê di encama midaxelekirina polîsan a li Mescîd-î Aksayê de heta niha 215 kes birîndar bûne. Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de gotiye ku polîsên israîlî navgînan hewayî ya bêmirov li ser mizgeftê firandiye.
Rojnameya Haaretzê di nûçeya xwe de gotiye ku “di pevçûnan de gelek filistînî birîndar bûne”. Heyve Sor a Filistînê ragihandiye ku birîna yekî ji wan giran e. Rojnameyê di heman nûçeyê de diyar kiriye ku polîsan gotiye, 8 hezar filistîniyan barîkat ava kirine û li ser egera destûra ketina cihûyan a li herêmê bê dayîn, ev filistînî xwe ji bo pevçûnê amade dikin. Haaretzê destnîşan kiriye ku hinekan ji van êrîşî qereqola polîsan a li herêmê kiriye û di encama pevçûnan de neh polîs birîndar bûne.
Çav li rê ye ku pevçûn îro di dema pîrozbahiyên Roja Qudsê de jî dewam bikin.
Piştî ku biryar haibû standin 30 malbatên filistînî ji herêma Şêx Cerrahê ya Qudsa Rojhilatê werin derxistin û malbatên cihuyân li vir bicih bikin, xwenîşandan destpê kiribûn. Filistîniyan li dijî vê biryarê serî li dadgeheke bilind dane û heke ev biryara dadgeha herêmî were qebûlkirin wê filistînan ji malên wan derxin.
Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Tundkariya Îsraîlê ya li Mescîd-î Aksayê yi dijî mirovên bêguhen naqede. Ew kesên deng li hemberîvê hovîdiyê dernexin bila behsa Pêvajoya Aştiyê ya li Rojhilata Navîn nekin. Em ê di parastina mafên birayên xwe yên filistînî de berdewam bin û bibin dengê wan.” (AO/FD)
*Çavkanî: AA, DW, Haaretz, Euronews