Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeteke ji Partiya Karkeran a muxalefeta li Brîtanyayê duh li Rova bi rayedarên Kurd re kom bûne. Li gorî nûçeya Reutersê, Maurice Glasman endamê Kamaraya Lordan li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek daye û gotiye “Em bi wê armancê li vir in ku li hemberî kesên dixwazin azadiya we tune bikin em piştgiriya we dikin, ji bo têkiliyên demdirêj ava bikin em li vir in.”
Glasmanî gotiye ku ew ê li Rojava serdana ciyên cuda bikin û di dema van serdanan de li gel şervanên YPG û YPJyê wê li gel nûnerên konseyên herêmî re jî kom bibin ku ev konsey ji hêla sivîlan ve hatiye avakirin.
Lloyd Russel-Moyle wekîlê Partiya Karkeran jî diyar kiriye ku ew ê di vegerê de çavdêriyên xwe yên li herêmê wergirtine bi hemû parlamento û gel re parve bikin û ew hêvî dike ku wê firotani çekan ji bo Tirkiyeyê baştir bê kontrolkirin.
Abil el Kerîm Omer yek ji rayedarên Rojava destnîşan kiriye ku her du alî beriya niha di nava têkiliyê de bûn lê bi rengekî fermî ev cara yekê ye ku hevdîtin çêdibin. Omer ew zanyarî daye ku “Wê bi endamên Parlamentoyê re derbarê Efrînê û bi deh hezaran Efrîniyên ji cî û warên xwe hatine derxistin de biaxivin”. (ŞA/FD)