Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevdîtinên di navbera rayedarên DYAyî û Tirkiyeyê de ya li ser “herêma ewle”, saet di 10.00ê de li Enqereyê li avahiya Wezareta Berevaniyê ya Milî dest pê kiriye.
Xebata hevbeş a bi rayedarên leşkerî yên DYAyî re, cara yekem 23yê Tîrmehê pêk hatibû.
Daxuyaniya Jeffreyî
Hefteya borî, roja înê, pêşiyê James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê, paşê jî Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta Karên Derve daxuyanî dabûn.
Jeffreyî gotibû, rageşiya di navbera her du welatan de, dibe asteng ku “herêma ewle” bê avakirin. Her weha diyar kiribû ku wê guftûgo berdewam bikin.
Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Em ê destûrê nedin ku pêvajoyê eware bikin. Heke bendewariyên me bi cih neyin, ji bo dabînkirina ewlehiya me ya netewî, em xwedî her cure qabîliyet û kapîsîteyê ne.” (PT/FD)