Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heyeta Leşkerî ya DYAyê serdana Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê kiriye ku ji bo xebatên “Herêma Ewle” li Akçakaleya Rihayê hatiye avakirin.
Serokê Heyetê Korgeneral Stephen Twitty, Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewropayê yê DYAyê bûye. Heyet piştî Enqereyê çûye Rihayê û li gel rayedarên leşkerî yên Tirkan li ser sînorê Sûriyeyê lêkolîn kiriye. Lêkolîna heyetê ya li ser sînorî 3 saetan berdewam kiriye û duh bi şev bi balafireke taybet ji bajêr çûye.
Heyeta leşkerî ya di bin serokatiya Korgeneral Twitty-yî de îro jî serdana Serfermandariyê kiriye.
Akar û fermandarên Artêşa Tirkiyeyê çûne Rihayê
Îro Wezîrê Berevaniya Milî Hulusî Akar, Serfermandar Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên Artêşê jî çûne Rihayê.
Akar û Sererkan Orgeneral Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Adnan Ozbal çûne Balafrigeha GAPê. Ji vir jî çûne serdana yekîneyên li ser sînor kirine. (RT/FD)
Çavkanî-Fotograf: AA